Li Dibistana Ferzad Kemanger qarnên despêkê hatin dayîn

14:53

 


JINHA


AMED – Xwendekarên Dibistana Seretayê ya Ferzad Kemanger qarnên xwe yên despêkê girtin. Di torena qarnedayînê de Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak axivî û got: “Ev gavekî destpêkê ye. Lê ez bawer dikim ku ew ê mezin be û pêş bikeve. Em weke nûnerên bi polîtîkaya bişaftinê jiyayî yên bi temen li vêderêne. Lê pêşeroja me ev polîtîkayên bişaftinê valaderxistine bi ziman, çand û civaka xwe re bûne yek û wiha dijîn." 


Li Amedê jî xwendekarên ku li Dibistana Seretayê ya Ferzad Kemanger bi zimanê dayikê perwerde dibinin di serdema yekemîn a salê bi dawî bû zarokan qarneyên xwe wergirtin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek, endamê Dîvana Serokatiya KCD'ê û malbatên xwendekarên tevlî merasima qarneyan bûn. Di merasima qarneyan de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û diyar kir ku zarokên kurd ev 90 sal in benda vê rojê ne. Selma got ku gelê kurd ev 30 sal e ji bo zimanê xwe têdikoşin û wiha got: "Gelê kurd ev 30 sal e têkoşîneke bi rûmet dimeşînin. Gelek zor û zehmetî hatin kişandin. Di vê têkoşînê de gelek zarok û ciwan hatin qetilkirin. Gelê kurd gelek zorî zehmetî kêşan heya gihan vê astê." Selma diyar kir ku Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger ya Amedê 5 meh berê ji aliyê polîsan ve hatibû mor kirin û anî ziman ku wê demê polîs bi copan û bombeyên gaze êrîşê zarokan kiribûn wiha got: "Polîs wekî çalakvanan çûn ser zarokan û êrîş kiribûn. Her derê zincîr kirin. Ew travma li ser zarokan hatin meşandin. Yanî hîn berdewam dîke ne qediya ye. Em carekî din dibêjin xwedî li zimanê dayika xwe derkevin. Em careke din malbat û zarokên xwe pîroz dikin." 

 Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek axivî û diyar kir ku malbatên ku zarokê xwe dişînin dibistanê gelek bextewarin û wiha axivî: "Malbatên me yên hêja dixwazin ku zarokên xwe bişînin dibistana zimanê kurdî. Ew dibistana me ya zimanê kurdî pêşerojê de gelek zêde bibe. Em ji vir şûnde bi nasname û zimanê xwe perwerde bibînin. Êdî ji vir şûnde em bi welatê xwe re bi zimanê xwe xizmet bikin." 
‘Ev despêke’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak jî malbatên û zarokan pîroz kir û wîha got: "Ev gavekî destpêkê ye. Lê ez bawer dikim ku ew ê mezin be û pêş bikeve. Em weke nûnerên bi polîtîkaya bişaftinê jiyayî yên bi temen li vêderêne. Lê pêşeroja me ev polîtîkayên bişaftinê valaderxistine bi ziman, çand û civaka xwe re bûne yek û wiha dijîn. Zarokên ku bi zimanê dayikê perwerdehî dibînin ew ê bibin pêşeng. Ji hemû zarokan re serkeftinê dixwazim." 

Piştî axaftinan zarokan qarneyê xwe wergirtin û li polên perwerdehî lê dîtin bi malbata xwe re wêne kişandin. Malbatan diyar kir ku zarokê wan di perwerdehiya kurdî berdewam bike û bibin mamosteyê kurdî. 

(zt)