Li Samsunê jinek di mala xwe de kuştî hat dîtin
15:11
JINHA
SAMSUN - Li Samsunê jina hat îdîakirin întîxar kiriye li mala xwe mirî hat dîtin.
Sîbel Gurel ya li taxa Încesu ya navçeya Atakum a Samsunê jiyan dikir di mala xwe de mirî hat dîtin. Sîbel Gurel a 38 salî ku nêzî 3 meh berê ji Antalyayê bi hevserê xwe re li Samsunê bi cih bû hat îdîakirin ku li valahiya derenceya mala xwe bi tabanceyê xwe kuştiye. Cenazeyê Sîbel rakirin Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Samsunê. Der barê bûyerê de lêpirsîn didome.
Li gorî rapora ÎHD’ê ya sala 2014’an di 11 mehên destpêkê yên salê de 32 jinan întîxar kiriye û 10 jin jî ketine nava hewldana întîxarê.
(zt)
