Li hemberî zewaca zarokan banga bilindkirina têkoşînê
15:34
Bacı Anuk / JINHA
WAN - Kooperatîfa Jin Jiyan Derdor Çand û Dezgehê (YAKA-KOOP) a Wanê li hemberî zewaca zarokan ya bi darê zorê xebatên xwe dimeşîne. Li gelek welatên cîhanê zewacên zarokan ya bi zorê û tundiya ser jinê hê berdewame. Li Rojhilata Navîn û Tirkiyê jî ji ber nepişkandina zagonan hê tê jiyandin.
Ji Xebatkarên kooperatîfê Gûlmay Gûmûşhan got ku xebatên wan ne tenê ji bo zarokên keç ji bo zarokên lawik jî xebatan dimeşînin û wiha berdewam kir: ''Di pergala desthilatdariyê de nêzîkatiya hemberî zarokên lawik cuda ye. Di malbatê de zarokên lawik serdest tên dîtin û bi hişmendiya serdestiyê tê mezin kirin. ji ber vê yekî jî berpirsyariyên wan bi taybetî jî ji alî aborîyê de zêde ye. Xebatên me jî piranî dî vê bergehê de dimeşe.
'Zarokên lawik jî mexdûr in'
Gûlmay bal kişand ser xebatên xwe yê li gunda dimeşînin û got: ''Li gundan zarok zêde havildar dibin ji ber vê jî giraniya xebatên me li gunda ye.'' Gûlmay li ser semînera hişmendiya zayendê ku bi daxwaza mamosteyên lîseya ' Erçek Çok Programli 'hat destpêkirin de jî axivî û wiha got: ''Mamosteyên lîseyê ser zarokên ku ji dibistanê ten girtin û tên zewicandin agahî dan me. Ser vê rewşê me li dibistanan hin semînerên hişmendiya zayendê dan destpêkirin. Me di serî de Keya Gundê Erçekê û ji gundên der û dor bangî 16 keyan kir û semîner da. 150 xwendekar û malbatên wan jî bi pankartên xwe tevlî semînerê bûn. Semînera ku me li gund dabû berhemdar derbas bûbû û zarokan xwestin ku em bi malbatên wan re jî biaixvin. Xebatên me yên gundan bi vî awayî destpêkir.”
'Ji gundîyan re mafên wan ên zayendê hat vegotin'
Gûlmay da zanîn ku piştî li 4 gunda ser mafên zayendê û tundîya li ser jinê tê meşandin de xebat kirin di encama wê de sê zarokan dîsa şandin dîbîstanên wan û ji bo perwerdehiya zarokan bûrs jî hat dayin. Gûlmay anî ziman ku, di 2013' an de li lîseya ' Erçek Çok Programli' de li hemberî zewaca zarokên yê bi zorê kampanyakî dabûn destpêkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: '' Di çarçoveya kampanyayê de di roja mafên zarokan de pêşbirka wêneyan hat saz kirin. Di vê pêşbirkê de ji 9 gundan re zêr hat dayin. Wêneyên zarokan heftekî di bîlboardan de hat pêşengeh kirin.Pişt re jî salname hat çêkirin û li sazî û kuaforan hat belavkirin. Ji ber ku zarokên ku tên zewicandin malbat piranî dibin van kuaforan bi armanca hişmendîyekî derkeve holê ev biryar hat girtin. Kuaforan jî bi erênî nêzî vê xebatê bûn. Ev salname bi giştî ji kesên îmam û key re, li dibistanan û cîhên bûkanî dîfroşin re hat belav kirin.''
'Her kes dîvê bihestîyar be'
Gûlmay di dawiya axaftina xwe de bangawaziya hestiyariyê jî kir û wiha berdewam kir: “Malbat divê xwedî li zarokên xwe derkeve û her kes jî berpirsyariya ku dikeve ser milê wî/wê divê bi cîh bîne.''
(ch/zt)

