Jinên Dîlokê nobeta sînor dewir girtin

15:38

 


JINHA


RIHA - Kurdên dixwazin şahidiya serkeftina Kobanê bikin ber bi gundên sînorên Pirsûsê ve diçin. nobeta ku heta niha ji aliyê deh hezaran kesan li gundê Mehser û Miseynterê tê giritn, ji aliyê jinên ji Dîlokê hat dewrgirtin.


Berxwedana Kobanê di 131’ê de berdewam dike û çalakiyên nobetê yên li Miseynter û Mehserê jî didomin. Heta niha bi deh hezaran kesî bi awayekî dorveger nobet girt û Dayikên Aştiyê yên ji Dîlokê hatin nobet dewr girtin.


Endama Meclîsa Jinan DBP’ê ya Dîlokê Xebat Gelgeç li ser navê jinan daxuyanî xwend û da zanîn ku heta Kobanê bi giştî azad nebe wê nobeta xwe berdewam bikin û wek hemû gelên cîhanê wê gelê Kurd jî bigihêje azadiya xwe.


(zt)