Gundiyên Zanqirê: Emê axa xwe neterikînin

09:16

 


Zeynep Dicle/JINHA


KERKUK – Gundiyên gundê Dakok yê girêdayî Zanqira Kerkukê yên li hember çeteyên DAIŞ’ê li ber xwedidin diyar kirin ku dê heya dawiyê cihê xwe bernedin û axa xwe biparêzin.


Gundiyên gundê Dakok yê girêdayî Zanqira Kerkukê bi berxwedanek mezin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin. Gundên girêdayî Zanqirê yên ku kurdên Kakayî têde dijîn ji aliyê hêzên HPG û pêşmergan ve tên parastin. Berî niha demek kin çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin û xwestin li wê jî qirkirinekê pêkbînin. Bi berxwedana HPG û pêşmergan êrîşên çeteyan paşde hatin xistin û niha gund di bin ewlehiya HPG û pêşmergan dene. Hîna êrîşên çeteyan yên bi topan berdewame, li gel van hemû êrîşan jî gundî axa xwe na terikînin û wiha dibêjin: “Dema ku gerilla li  vêderê be bêhna me fereye. Heger heval negihana me dê aqubeta me jî mîna ya Şengalêbana. Em gelek sipasiya wan dikin. Xuda wan ji ser serê me kêm neke.”


‘Evder axa meye’


Dayîka Fahriye ya kul i gundê Zanqirê dijî sipasiya hêzên HPG û pêşmerge yên ku ew ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê parastî kir û wiha got: “Emê tucarî axa xwe bernedin. Em ji gerilayan gelek memnunin. Dema ew li vêderêbin bêhna me fereye.” Fahriye diyar kir ku zarokên wê ji ber dengên topan ditirsin û wiha domand: “Cihek yê em biçinê nîne. Tenê mala me heye ew jî li vêderêye. Evder axa meye. Em bimrin jî bil ali vêderê bimirin. Ji ber dengê hewanan zarokên me ditirsin. Dema ku êrîş gelek zêde dibin em diçin Dakokê.”


‘Dê tucarî DAIŞ nekeve ser axa me’


Gundiyê bi navê Lokman Xurşîd jî destnîşan kir ku ewê tucarî desturênedin DAIŞ bikeve ser axa wan û wiha berdewam kir: “Ji ber PKK li vêderê ye em ji kesê natirsin. Heger DAIŞ hemû hêza xwe bide ser vêderê jî emê netirsin, ji ber gerilla li vêderêne. Zarokên me nîne, lê gerillayên me hehe. Gerilla ji bo kurdan mîna balefirên F-16 ne. Emê tucarî desturê nedin DAIŞ bikeve ser axa me.”


‘Li gel şer jî jiyan berdewame’


Necib Kerim Faris jî anî ziman kul i gel şer jî jiyana gund berdewam dike û wiha dom kir: “Dema ku şer giran dibe em jin û zarokan ji gund derdixin. Heger heval negihabanê dê rewşa Şengalê bi serê gelê Kakayî jî hatibana. Lê hevalan êrîş şikandin. Her çendî êrîş hatibin şikandin jî zarok ditirsin. Gerilla û pêşmerge şer dikin. Li gel şer jî jiyana me ya rojane berdewam dike.


 (zt)