‘Cihê zarokan ne goristan dibistane’
10:31
Bacı Anuk / JINHA
WAN - Li hemberî bûyerên Cizirê ku ji 27'ê berfanbarê heta niha 5 jê zarok 7 kes hat qetilkirin li Tirkiyê û Bakurê Kurdîstanê bertekên gel berdewam dike. Hevseroka Şaxa Egitim Sen a Wanê Gûlcan Kaçmaz Sagyigit bal kişand ser provakasyonên ku li Cizirê pêk tê û diyar kir ku cihên zarokan ne goristane dibistan e. Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn jî li hemberî provakasyona bangawaziya hestiyarî li gel kir.
Mînakên herî dawiyên qirkirin, îskence û sorkirinê yên ser zarokên kurdan li bakurê Kurdistanê li Amed û navçeya Cizîra Şirnexê hatin dîtin. Li Amedê bi hevkariya Midurê Perwerdê yê Navendê û Midurê Emniyetê yê Navendê 872 zarok hatine fîşkirin. Ji 27’ê Kanuna 2014’an heya niha polîtîkayên dewletê yên li Cizîrê berdewam dike 5 jê zarok 7 kes hatin qetilkirin. Hevseroka Şaxa Egitim Sen a Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyigit û Hevseroka Navenda Wanê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hamiyet Şahîn girêdayî mafê zarokan diyar kirin kul i Tirkiyê mafê zarokan nakeve meryetê û berevajî zarok hedef tên nîşandan.
‘Li Tirkiyê zarok bi guleyên dewletê tên qetilkirin’
Hevseroka Şaxa Egitim Sen a Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyigit da zanîn ku ne tenê qetilkirina Nihat Kazanhan divê ev polîtîkaya dewletê ya bi salan berdewam dike ji aliyê her kesê ve bêdîtin û wiha got: “Tirkiye bûye welatê zarokan fîşdike û qetildike.” Gulcan bang lig eh kesê kir kul i hemberî van rewşan dengê xwe bilind bikin û wiha domand: “Li nava kolanê zarokan hedef digirin û bi çekê qetildikin. Li gorî 6’emîn madeyê her zarok xwediyê mafê jiyanêye û divê ji aliyê dewletê ve jî ev mafê zarokan bê parastin. Lê mixabin dema ku em li Tirkiyê dinêrin zarok bi guleyên dewletê tên qetilkirin.”
‘Îktidara AKP’ê çareseriyê naxwaze’
Gulcan wiha domand: “Di vê rewşê de hikumeta AKP’ê çareseriyê naxwaze. Heger çareserî xwestibana heya niha dê hinek gavên berbiçav bavêtana. Di pêvajoya dawiyê de li Cizîrê ji aliyê îktidarê ve polîtîkaya helandin, tunekirin û çavtirsandinê tê meşandin. Cihê zarokan ne goristane, dibistane. Cihê ku divê zarok lêbin sire û masên dibistanêne. Divê zarok perwerda xwe bibînin û dewlet jî wê derfetê bidin wan.”
‘Qetilkirina Niha pêvajoya aştiyê têkbir’
Hevseroka Navenda Wanê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hamiyet Şahîn jî anî ziman ku ya salên 1990’an kontragerilla bi ser gelê kurd kirine niha jî polîs û Huda –Parê dewir girtine û wiha got: “Gelê cizîrê bi awayek radîkal tewrê xwe nîşandan.” Hamiyet balkişand ser duhefteyên dawiyê şerê li Cizîrê berdewam dike, qetilkirina zarokan û di dawiyê de jî qetilkirina Nihat Kazanhan û wiha domand: “Tenê berpirsê van qirkirinan hikumeta AKP’ê ye. Yek ji peyamên KCD’ê dayî jî peyama Rêbertiyê ya ku têde gotî: ‘Bi qasî milîmekê jî hêviya aştiyê hebe ez ji ser vî masî ranabim’ bû. Di aliyê me de ev gelek giringe.”
(zt)

