Di nava konbajaran de rewşa paqijiyê

10:43

 


JINHA


RIHA  - Welatiyên Kobanê yê di nava konbajarên ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatin vekirin de bi cih bûn ji bo tenduristiya jiyana konbajarên xwe di konan de komîsyonên paqijiyê avakirin û anîn zaman ku karê wan karekî pîroze.

Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyêna DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe bi terikînin û hatin Pirsûsê bi cih bûn. Li konbjarên Pirsûsê de pergala xweseriya demokratîk hatiye avakirin.Welatiya bi navê Medîne Hûseyîn (20) ya ku berpira komîsyona paqijiyê ya konbajarê Suphî Nejat Agirnasli ye da zanîn ku hezdike ku konbajarê wan di nava paqijiyê de be û wiha axivî: “Ez hezdikim ku zarokên me di nava paqijiyê de bijîn. Em çiqas hez bikin ku welatê me paqij be, em hezdikin ku welatiyên me jî di nava konbajaran de ewqas paqij bin. Komîsyona me bi deh kesan hatiye avakirin lê dema ku dema paqijiyê tê her konekê de welatiyek tevlî xebatê dibe û hemû dizanin ku ev xebate ji bo welatiya ne.”

Welatiya bi navê Xeznê Eytan (45) ya ku di nava konbajarê de berpirsyariya komîsyona paqijiyê de cih digire jî da zanîn ku ew ji bo xizmeta gelê xwe di nava komîsyonê de cih girtiye û wiha got: “Her serê sibê em hemû welatiya hişyar dikin û em dest bi paqijiya konbajarê xwe dikin."

Em bi malabatan re di axivin

Welatiya bi navê Sultan Memo (31) da zanîn ku her serê sibê qirêjiya di nava konbajarî de berhevdikin û wiha got: “ Ji bo ku zarokên me, gelê me di nava konbajaran de nexweş nekeve û konbajarê me bi her aliyê ve paqij be vî karî dikin. Em bi malbatan re di axivîn û der barê paqijiyê de jî her dem hişyar dikin.”

‘Kesê jiyanê de paqij nebe nikare şer jî bike’

Welatiyê bi navê Nebo Ebdî (51) yê ku di nava konbajarê Arîn Mîrkan de dimîne da zanîn ku dema ku hatin di nava konbajarê de xwestiye ku her kesek karekî bike û wîjî bi awayek dilarî di nava komîsyona paqijiyê de cih girtiye û wiha pê de çû: “Em di nava vê konbajarê de jin û mêr bi hev re xebata paqijiyê dimeşînin. Kesê ku di jiyana xwe de paqij nebe nikare îro li hemberî dijmin jî şer bike."

Welatiya bi navê Şems Elî (45) jî got ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê zarokên wan berxwedidin û ew jî di karê xwe de wê berxwedanê bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku welatiyên me nexweş nekevin em hemû amadekariyên xwe dikin. Em dixwazin ji bo ku konbajarên me de jiyanekê paqij be her kes di aliyê xwe de serferber bibe."

(kom/zt)