Dayika Fatma Hemo 132 roj in di hesreta Kobanê de ye

10:46

 


JINHA


RIHA - Fatma Hemo ya 55 salî ku keçek wê di nav refên HPG’ê jiyana xwe ji dest daye û 4 zarokên wê yên din jî di berxwedana Kobanê de cih digirin, her roj tê gundê Mehserê û hesreta xwe ya Kobanê derbas dike. Fatma got ku ji ber azadkirina Miştenûr gelek kêfxweş bûye û wiha got: “Di demek nêz de em ê vegerin welatê xwe. Evqas xwîna keç û xortên me rijiya, ne mimkun e ku xaka me azad nebe.”

Dayika Fatma Hemo li gel êrîşên DAIŞ’ê Kobanê terk nekir, lê piştî ku neviyê wê yê 4 salî Cegerxwîn birîndar bû neçar ma bê Pirsûsê. Fatma bi neviyê xwe re her roj Kobanê temaşe dike. 

Bi hesreta Kobanê dijî

Dayika Fatma ku bi 9 nifûsî re li axoyekî ku deriyê wî tine têkoşîna jiyanê dide, tenê fikara wê Kobanê ye. Dayika Fatma beyî gazinc û rûkenî diyar dike ku keçek wê di nav refên HPG’ê de jiyana xwe ji dest daye û niha jî du keç û du kurê wê li Kobanê di berxwedanê de cih digirin. Hemo wiha berdewam kir: “Kurê min yê mezin sê çarokên xwe hişt û tevlî YPG’ê bû. Piştî ku girê Miştenûr azad bû ez gelek kêfxweş bûm. Neviyê min Cegerxwîn û ez her roj tên sînor û Kobanê temaşe dikin.”

Vegera Kobanê nêz bûye

Dayika Fatma got ku Kurdan heta niha çav bernedaya xaka ti kesî, namûs û mala tu kesî. Dayika Fatma got: “ Kurdan heta niha êrîşê tu kesî nekirine. Lê niha mirovên ku me di xewnên xwe nde nedîtibûn hatin welatê me û êrîşê me dikin. Bi destura xweda wê çûyîna me ya Kobanê nêz be. Ji ber ku me bo xaka xwe xwîn rijandiye. Me keç û xortên xwe kirine kurban. Me evqas bedel da, ne mumkune ku xaka me azad nebe.”

Dê Kobanê azad bibe

Fatma destnîşan kir ku divê hemû Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bo Kobanê bibin yek û got: “Ji azadiya Kobanê re demek kurt ma. Heta Kobanê azad nebe ez ê bi neviyê xwe re her roj biçim gundê Mehserê. Roja Kobanê azad bibe em ê biçin.”

(zt)