Çeteyên ku têk diçin li gundan mewziyan dikolin
10:50
JINHA
RIHA – Çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî operasyonên hêzên YPG û YPJ’ê nikarin êdî xwe li Kobanê bigirin vê carê j ili gundên ku dagirkirine mewziyan dikolin. Gundiyên Swêdê yên mewziyên çeteyan a li girê Zorava yê rojavayê Kobanê ye dişopînin ev tevgere çeteyan wekî helwdana wan a dawî nirxandin.
Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya YPG û YPJ’ê bi operasyonên paqijkirinê ve didomin. Çeteyên ku piştî girê Miştenurê hate azadkirin nikarin xwe li Kobanê bigirin vê carê jî ji girê Zorava ber bi gundê Sîfekê mewziyan dikolin. Welatiyên gundê Swêde ya Pirsûsê ku ev tevgera çeteyan dişopînin wekî helwdana dawî ya çeteyan nirxandin.
Çeteyên ku li girê Zorava yê rojavayê Kobanê ye di nava tevgerê de ne li ber bi gundê Sîftekê mewziyan dikolin. Çeteyên ku 10 metre durî hev mewziyan dikolin, li herêma nêzî sînor bi rehetî tevdigerin. Hin çeteyên bi motorsîklet di navbera mewzî û gundên Sîftekê diçin û tên, dema mewziyan dikolin jî çeteyek qasî 100 metreyan li jêr bi gavan dipîve û hin noqteyan nîşan dike.
Wetaliyên li gundê Swêdê ku tevgera çeteyên DAIŞ’ê dikarin bibînin diyar kirin ku carna çete sînor derbas dibin lê leşker mudaxale nakin ji ber vê yekê jî ewlehiya canê wan nîne. Welatiyê bi navê Mehmet Gumuş diyar kir ku çete gelek caran gulebaranê dikin û wiha got: “Li cihên ku çete hene her tim dengê çekan tê. Ligel ku li wir pevçûn tuneye jî gule dibarînin.” Mehmet anî ziman kuz eviyên fistiqan li nêzî xeta sînor e û dema ku diçin zeviyên xwe çete wan gulebaran dikin. Mehmet bilêv kir ku 3 rojên dawî ne çete mewziyan dikolin û e tişt anî ziman: “Kobanê ber bi azadiyê vê diçe lê ew mewziyan dikolin. Ev 3 roj in tevgera wan zêde bû. Bi salan e dema em diçûn zeviyên xwe ji leşkeran ditirsiyan lê niha heman tirsê DAIŞ dide jiyankirin.”
‘Mewzî dê ji DAIŞ’ê re bibe gor’
Welatiyê bi navê Yilmaz Gumuş jî destnîşan kir ku leşker mudaxaleyî çeteyên DAIŞ’ê yên sînor derbas dikin nake û wiha berdewam kir: “Welatiyên Kobanê dema ji bo wesayîtêk xqe tên vê derê DAIŞ vê derê gulebaran dike. Derbasî vî aliyê sînor dibin û bi rehetî tevdigerin. Dema ew tên leşker winda dibin.” Welatiyê bi navê Azad Şêxo yê Kobanê jî der barê tevgera çeteyan de ev tişt anî ziman: “Niha ez biçim xeta sînor leşker dê min gulebaran bikin. Lê mudaxaleyî DAIŞ’ê nakin. Mewziyên ku çete dikolin dê bibe gora wan. Ji ber tirsa YPG û YPJ’ê dikolin ew ê sûd negirin.”
(zt)

