Girê Miştenûrê bi ala TEVDEM'ê xemilî
11:38
Çile
24
/ 2015
JINHA
KOBANÊ - Şervanên YPG/YPJ'ê piştî girê Miştenûr azad kirin ala TEVDEM'ê ya 75 metre bi diregê îstasyona bazê daliqandin.
Operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê yên li hemberî paqijkirina çeteyên DAIŞ'ê bênavber dewam dike. Şervanên YPG/YPJ'ê piştî girê Miştenûr azad kirin ala TEVDEM'ê ya 75 metre bi diregê îstasyona bazê daliqandin. Ala ku li ser girê Miştenûrê hat daliqandin weke nîşaneya azadiyê ji aliyê nobedarên li gundê Mehser û Miseynterê çoş û kelecan di hundirê wan de afirand.
(zt)

