Li sînorê Kobanê silava 132'emîn

12:18

 


JINHA


RIHA - Bi sedan welatiyên li gundên Mehser û Miseynterê hatin cem hev zincîra mirovan pêk anîn û berxwedana dîrokî ya Kobanê ya 132 rojan silav kirin.

Berxwedana dîrokî ya Kobanê di roja 132'emîn de berdewam dike û ligel vê berxwedanê çalakiya nobeta berxwedanê ya li gundên Mehser û Mîseynterê jî bi coş berdewam dike. Sedan welatiyên li gundê Miseynterê hatin cem hev zincîra mirovan pêk anîn, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK û YPG/YPJ'ê vekirin û bi dirûşmeyan berxwedana Kobanê silav kirin. Welatiyan rêzgirtin pêk anî û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin.

Li gundê Mehserê jî welatiyan çalakî li dar xistin û berxwedana Kobanê silav kirin.

(zt)