Rêxistina Efoyê şideta li Misrê ser jinan tê meşandin kir rapor
12:57
JINHA
LONDRA - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî raporek weşand û bertek nîşanî şîdeta li dijî jinê ya li Misirê, da. Rêxistina parêzvanê mafê mirovan diyar kir ku reformên parçekirî, qanûnên têr nakin û beriya her tiştî jî bêcezakirin çanda şîdeta zayendî li welat cesaretê dide.
Di rapora ser navê ‘Xeleka Cehenemê: Li Misirê li hemberî jinên şîdeta li malê, şîdeta di qada cemawerî û şîdeta dewletê’ rexne li rayedaran tên kirin. Berpirsa Koordînasyona Rêxistina Efûyê ya Misirê Frances Shaeyl-Salînîe da zanîn ku lîsteya êrîşê dirêj e. Berpirsa Koordînasyona Misirê wiha dibêje: “Jinên rastî şîdeta hevserên xwe hatine hene. Li Misirê ji sedî 91’ê jinan hatiye sunetkirin. Hejmarek bi xof heye. Li Misirê ji sedî 37 jinan nexwendiye. Wek tê dîtin li Misirê ji bo pêşketina wekheviya jin û mêr divê gelek tişt bê kirin.
Rêxistina Efûyê armanc dike ku bi vê raporê di hilbijartinên Adar-Gulanê de li ser parlamenteran zextan çêbike. Piraniya Parlamentoyê wê dîsa ji mêran pêk bê. Temsîliyeta jinê ya di cemawerî de gelek kêm e. Ji memuran tenê ji sedî 11 jin in. Li Misirê qanûn mafan dide mêr. Di parastina malbatî û destberdan a hevser e. Di qada cemawerî de jî rewş heman e. Piştî Abdul Fatah El Sîsî bû serokkomar, rayedaran gotin ku wê li dijî îstîsmara zayendî têbikoşin, lê mixabin qanûnan heta niha li dijî bêcezabûnê ti tiştek nekiriye.
Rêxistinê got ku tedbîrên sembolîk ên hikûmeta Misirê mirovan tatmîn nake. Her wiha rêxistinê bertekên tund nîşanî şîdeta li hember jinên li girtîgehê ne da.
(zt)

