Piştgiriya ji bo Kampanyayê berdewam dike

14:49

 


Bêrîtan Canozer / JINHA


AMED - Jinên Amedî banga piştgiriyê ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ kirin û wiha gotin: “Ne tenê gelê kurd divê hemû gelê cîhanê ji bo yekitî pêk bê piştgirî bidin û îmze biavêjin. Divê li malên xwe, taxên xwe, gundên xwe û her cihê îmzeyan kom bikin û îmzeyan biavêjin.”


Kampanyaya îmzeyan ya ku ji aliyê “Platforma ji bo aştiyê ji Ocalan re azadî” ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 2014’an de hatî destpê kirin berdewam dike. Kampanyaya ku di 15’ê Sibata 2014’an de hatî destpêkirin dê di 15’ê Sibata 2015’an de bi dawî be. Piştî ku kampanya di 15’ê Sibatê de bi dawî bû dê îmze radestî TBMM, parlamentoya Ewropayê û NY bên kirin.  Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sultan Aksoy têkildarî kampanyayê de axivî û wiha got: “ Girtina wî ne baweriya me şikand ne jî hêviyên meyên ji wî qut nebû. Bi azadiya Rêbertiya re hem wê gelê kurd rehet bibe hem jî wê azad bibe.”


‘divê herkes îmze bavêje’


Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nevriye Kaçar jî bang li gelê kurd kir û ev tişt anî ziman: “Divê herkes çavê xwe veke, mejiyê xwe bîne serê xwe û ji kampanyayê îmze biavêje. Ger ku em îro bi zimanê xwe biaxivin û ji bo ku em kurdin nayên qetilkirin, em diferqê dene ku em jin in û em gehiştibin van zanabûnan ew jî bi saya Rêbertiyê ye. Ji bo wê jî ne tên gelê kurd, divê hemû gelê cîhanê ji bo yekitî pêk bê divê piştgiriyê bidin û îmze biavêjin. Li malên xwe, taxên xwe, gundên xwe û li her cihê îmzeyan kom bikin û îmzeyan biavêjin. Diviya bû ku niha ji bo Rêberiyê pêwîstî bivê yekê jî nebûya, divê niha dinava me daba. Kurdistan 4 parçe nîne, yek parçeye û ji hev nayê parçekirin. Gelê kurd li gel Rêberiyê ye ûem bi Rêbertiyaxwe nefes didin û distînin.”


‘Me bi wî xwe nas kir’


Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Denîz destnîşan kir ku hemû peywirên ku ji bo nasnameya gelê kurd dikevin ser milê wan divê pêk bînin û peywira herî mezin ku divê were bi cih anîn jî têkoşîna ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “ Em êdî qebul nakin ku Rêbertiya me dinava 4 dîwaran de be, em êdî wî dinava xwe de dixwazin. Gelê kurd bi sayî wî ji tarîtiyê derket ronahiyê. Me têkoşîn, berxwedan, ax û xwedîderketina li ziman ji wî fêr bûn. Me bi saya wî xwe naskir û bûn xwedî fikir. Yekitiya me bi Rêbertiyê re mûmkîne. Di destpêkê de gelê kurd û hemû gelên cûda divê îmze biavêjin. Azadiya Rêbertiyê azadiya gelê kurd û hemû gelan e.”


‘Azadiya Rêbertiyê azdiya meye’


Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Suldan Aksoy jî wiha got: “Divê ku em ji cîranên xwe, xizmên xwe û otobosên ku em lê siwar dibin îzme kom bikin. Azadiya Rêbertiyê xwediyê cihek girînge ji bo gelê kurd. Girtina wî ne baweriya me şikand, ne jî hêviyên meyên ji wî qut kir. Bi azadiya Rêbertiya re hem wê gelê kurd rehet bibe, hem jî wê azad bibe. Rêbertî azad bibe dê hemû cîhan rehet bibe. Gelê kurd bi qasî ku diriya wî de bedena xwe bide ber agir jê hez dike û girêdayî ye. Em tu caran dest ji Rêbertiya xwe bernadin. Rêbertî hertim ji bo aştiyê têkoşînda. Em dixwazin êdî bersiva qîrîna aştiyê bêdayîn û Rêbertiya me azad bibe.”


(aw)