Ji bo doza JÎTEM’ê ya Kerboranê jî daxwaza neqilkirinê hate kirin

14:52

 


JINHA


MÊRDÎN – Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê Erdal Kuzu diyar kir ku, Dadgeha Cezaya Giran a Mîdyadê ya li doza JÎTEM’ê ya Kerboranê ya ku têkîldarî qetilkirina 7 sivîl û leşkerekî hatibû vekirin bi hinceta “ewlehiyê” ji bo neqlî bajareke din bê kirin serî li Wezareta Dadê daye. 

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê doza ku têkîldarî qetilkirina 7 sivîl û leşkerekî ku di 1995’an de hatibûn qetilkirin wekî doza JÎTEM’ê ya Kerboranê dihat binavkirin wekî dozên din ên JÎTEM’ê hate xwestin neqlî bajareke din bê kirin. Piştî lêpirsîna ku hate destpêkirin Dadgeha Cezaya Giran a Mîdyadê îdianame qebûl kir lê hêj darizandinê destpênekiribû bi hinceta “ewlehiyê” ji Wezareta Dadê daxwaza neqilkirina bajarekî din hate kirin. Serokê ÎHD’a Merdînê parezer Erdal Kuzu agahî bi daxuyaniyeke nivîskî par ve kir û diyar kir ku bi vê daxwazê tê xwestin li ser dozê bê girtin. 

Erdal nirxandina “mekanîzmaya dewletê ya hevrûbûne bi rastiyan red dike di heman demê de di dozên kiryarên windayan de jî serî li riya neqilkirinê dide û polîtîkaya necezakirinê pêk tîne” kir û destnîşan kir ku ligel ku li holê pirsgirêka ewlehiyê nîn e jî Dadgeha Cezaya Giran a Mîdyadê ji darizandinê direve û ji bo neqilkirina dozê serî li Wezareta Dadê daye.


Erdal bilêv kir ku di sûcên ku peywirdarên cemaweriyê dikin de polîtîkaya necezakirinê bi awayeke sîstematîk berdewam dike û aktîvîstên mafên mirovan û malbatên windayan dê li her derê rastiyan vebêjin. 

(zt)