Zeynep Sipçik: Emê neyên lîstokên dewletê

09:07

 


Nurcan Yalçın / JINHA


MÊRDÎN - Asliye ya Dadgeha Suc ya Dêrikê ji Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sipçik û 7 kesên li gel wê re doz vekiriye û di dozê de ji her yek ji wan re yek sal û 6 meh ceza têxwestin. Dema ku ceza tê erêkirin kes ji hemû mafê xwe bêpar dimînin. Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sipçik diyar kir k udi van demên dawî de dewletê li hemberî hevşaredarên DBP’ê polîtîkaya tunekirinê dane despêkirin û ewê neyên wan lîstokan.


Li 8 kesên ku ji bo amadekariya mitînga dê di 14’ê Tîrmeha sala 2012’an de bi duruşma “Ji bo azadiyê berxwedana demokratik” ya ku dê li Amedê pêkhatibana dozhat vekirin û ceza hat dayîn. Ji bo 8 kesên ku dinavê de Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sipçik jî heyî yek sal û 6 meh ceza hat dayîn. Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sipçik cezayê ku hatiye dayîn nirxand.


‘Me bi awayek demokratîk belavok belav kir’


Zeynep da zanîn ku wan bi awayek demokratîk belavok belavkirine û wiha got: “Ji bo mitînga ku dê li Amedê hatibana pêkanîn me li Dêrikê belavok belavkirin. Hema bi carekê re polîsan rêya me girtin û em rastî çî hatin em jî şaş man. Em avêtin hindirê panzerê û birin qereqolê. Piştî îfadên me girtin em serbest berdan û em jî difikirîn doz qediyaye. Piştî sê mehan di 21’ê çile de hevalên min l imin geriyane û ez ji wan hînbûme ku ji bom in salek û 6 meh ceza hatiye.”


‘Em nayên van lîstokên dewletê’


Zeynep bilêv kir ku rewşa ew rast hatîn pir ne şaşwaziyeke û wiha domand: “Bi tayîbetî van demên dawiyê li hemberî hevşaredarên DBP’ê polîtîkaya tunekirinê bikartînin. Dibe ku polîtîkaya çavtirsandinê jî be. Bi cezakirinê dikare vîna mirovan bişkînin. Berîniha demekê hevala me Hevşaredara Lîcê Rezan Zugurli jî rastî bûyerek wiha ya cezakirinê hat. Berî niha jî ji ber beşdarbûna Roboski û 15’ê Sibatê doz hatibû vekirin 3 sal û mehek û 15 roj ceza hatibû dayîn. Li vêderê armanca yekem ya dewletê derdikeve holê.”


 (zt)