Zarokê nexweş li benda alikariya we ne!
09:08
JINHA
RIHA - Welatiyê bi navê Seydo Hecî yê ku di nava konbajarê Şehîd Gelhat dimîne bi nexweşiya Otîzmê ye rojên zehmet derbas dike. Dayika Seydo Emîne Hecî da zanîn ku kurê xwe li Kobanê biriya nexweşxanê lê piştî ji ber çeteyan koçberbûn êdî kurê wê nexweşiya xwe ve rû bi rû maye.
Welatiyên Kobanê yên ku ji ber çeteyên DAIŞ’ê koçberbûn û di nava konbajarên bi aliyê şaredariya Pirsûsê ve hatin vekirin de bi cih bûne bi gelek nexweşiyên taybet ve rû bi rû maye. Ji ber ku derfetên nexweşxaneya Pîrsusê ya dermankirinê tune ye ev welatiye bi nexweşiyên xwe ve têdikoşin û her wiha gelek welatî bi mirinê ve rû bi rû dimînin. Welatiyê bi navê Seydo Hecî (3 sal û nîv) jî gorî idiayan nexweşê otîzmê ye û malbata Hecî ji neçariyê nizanin dê çi bikin.
‘Ez dixwazim ku kurê min were dermankirin’
Dayika Seydo Hecî Emîne Hecî (30) da zanîn ku kurê wê 6 mehiya dema ku sinetbûyî nexweş ketiye û wiha axivî: “ Nexweşiya wî ji serê wî ye. Dema ku min li Kobanê nîşanî bijîşkî da ji min re gotin ku nexweşê ‘şarildamar’ e. Ez dixwazim ku kurê xwe bibim bijîşkekê jêhatî û kurê min were dermankirin. Derfetên me tune ne ku em zarokê xwe bibin nexweşxaneyê. Ji bo wê jî ez bangawaziya alikariyê dikim.”
Bijîşkên dildar ên ku di nava konbajaran de dixebitin da zanîn ku taybetiyên nexweşên otîzmê hene û ji bo nexweşên otîzmê yên ku di nava konbajaran de divê demildest şert û mercên wan bên amadekirin.
(kom/zt)

