Cêwiyên bi navê Dilava û Silava xewna dayika xwe bi cih anîn
09:51
JINHA
RIHA - Dayika 5 zarokan Xanim Osman 9 sal berê hevserê wê jiyana xwe ji dest da û bi 5 zarokên xwe tenê man. Cêwiyên Xanim yên bi navê Dilava û Silava bi temenê xweyî biçûk di nav berxwedana YPJ'ê de cih girtin. Dayika Xanim got ku bi tevlêbûna zarokên xwe kêfxweş e û her tim bi rûmet e. Xanim bi baweriyek mezin li benda mizgîniya azadkirina Kobanê ye.
Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê axa xwe terk kirinin û hatinin Pirsûsê bi cih bûn. Serpêhitayên welatiyên Kobanê rastiya jiyanê radixe ber çavan. Ji van yek jê dayika 5 zarokan bi navê Xanim Osman (31) hêj 15 salî bû zewiciye û dema 22 salî bû hevserê wê jiyana xwe ji dest daye. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ser Kantona Kobanê pêk hat û pêve dayika Xanim û 4 zarokên xwe hatin Pirsûsê û Dilava Osman (Bêrîtan Tolhildan) bi temenê xweyî 12 salî jî ji bo welatê xwe bi parêze tevlî şervanên YPJ'ê dibe. Dayik Xanim Osman diyar kir ku keça wê Dilava ji bo tevlî YPJ'ê bibe ji wan re gotiye 'Ez 18 salî me' û wiha ew qebûl kirine. Xanim da zanîn ku dema Dilava di çeperê de birîndar dibe û piştî tedawî dibe, dîsa diçe çepera xwe. Dilava berî cejna kurbanê jiyana xwe ji dest dide û piştî Dilava şehîd ket pêve, cêwiya wê Silava jî ji bo tola xwişka xwe û çeka wê li erdê nehelê ew jî 3 hefte berê tevlî refên şervanên YPJ'ê bû.
'Keçê min evîndarê YPJ'ê bûn'
Her çiqas jiyana dayika Xanim wek dramayekê tê xuyakirin ew her tim li ser piyan e. Xanim anî ziman ku dema ew keç bû xwesteka wê yî herî mezin tevlî bûna refên PKK'ê bû. Ji ber vê yekê bavê wê ew zû zewicand. Xanim destnîşan kir ku cêwiyên wê xewn û hêviya wê bi cih anîne û her tim serê wê bi keçên wê serbilind e. Xanim destnîşan kir ku Silava hem li çeka Dilava hem jî li navê li xwe daniye û wiha axivî: "Keçê min wek şêran bûn. Ez tu carî ne xemgînim. Dilava ji bo welatê xwe biparêze, Kobanê terk nekir û heta xwîna wê ya dawî ji bo welatê xwe têkoşiya. Keça min Silava jî ji bo xwişka xwe, welatê xwe û ji bo rûmeta xwe çû li hemberî çeteyên hov şer dike. Keçên min evîndarê YPJ'ê bûn. Min qet ji wan re ne got neçin. Ew bi îrada xwe ne."
‘Ez ê navê xwişka xwe bidim jiyîn’
Dayika Xanim hesreta keçên wê ji çavên tê xwendin wiha behsa cêwiyên xwe kir: "Silava û Dilava cêwî bûn û keçên min ê mezin bûn. Dema Dilava şehîd ket, bandorek pir mezin li ser Silava çêbû. Piştî demekê Silava jî got 'ez çeka Silava li erdê nahêlim û ez ê navê wê bidim jiyîn' got û tevlî refên YPJ'ê bû. Keçên min serê min bilind kirin. Dema ez keç bûm, min jî pir dixast biçama nav hevalan. Mixabin bavê min ji bo ez neçim zû zewicand. Ji ber vê yekê çûna keçê min hesrata di dilê min de mabû bi cih anî û ji aliyekî jî xewna min bi cih anîn."
Jinek evîndarê Kobanê
Dayika Xanim ji ber ku zarokên wê biçûk bûn û ji welatê xwe neçar man derkevin û wiha domand: "Dema şer dest pê kir, Dilava ji min re got 'dayê xwişkên min bibe û biçe, demekê hûn ê bimînin û wexta Kobanê rizgar bibe em ê bang we bikin'. Keça min li hemberî çeteyan wek şêra şer dikir. Bi baweriyekê şer dikir. Keça min pir girêdayî partiyê bû. Bi hezkirinek mezin ji şervanên YPJ'ê hez dikir. Şev û roj bi wan re radiket. Xeyalên wan jî weke yê min bû."
‘Silava bû Dilava’
Xanim di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Dema cêwiya Silava şehîd ket û pêve her tim her roj difikirî û berxwedana cêwiya xwe nîvco nehişt. Keça min hem çeka wê hem jî li navê xwişka xwe xwedî derket. Ev ji bo min rûmetek pir mezin e. Bi baweriya keçên min YPJ/YPG dê welatê xwe rizgar bike û ez bi hêvî me ku yekîtiya kurdan bi berxweana Kobanê bibe mînak û êdî em nema têkevin vê rewşê."
(kom/zt)

