'Rihê berxwedanê yê li Kobanê rihê Leylayan e'

10:02

 


JINHA


RIHA - Bavê Leyla Şaylemez Cumalî Şaylemez ê ku ji bo berxwedana dîrokî ya Kobanê silav bike hat sînor û wiha got: "Rihê berxwedanê yê îro derket holê bi têkoşîna Leyla û hezaran rêhevalên wê hate afirandin. Ev rih îro tenê li Kobanê na li her derê cîhanê zîndî dibe."

Berxwedana dîrokî ya li Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi operasyonên paqijiyê berdewam dike û bi çalakiya nobeta berxwedanê ya li gundên Mehserû Misteynterê mezin dibe. Bavê Leyla Şaylemez Cumalî Şaylemez jî ji bo berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê silav bike hate gundê Mehserê û tevlî çalakiya nobeta berxwedanê bû. Cumalî têkildarî berxwedana Kobanê de axivî û diyar kir ku rihê têkoşer ê Sakîneyan afirandî li Kobanê li hemberî çeteyan bi berxwedaneke dîrokî her diçe mezin dibe.

Cumalî di nobeta sînor de ye

Cumalî êrîşên li dijî Kobanê bi bîrxistin û wiha got: "Ev êrîş li ser Kobanê li hemberî hemû kurdan û mirovahiyê pêk tên. Lê li hemberî van êrîşan bi lehengî têkoşînek û berxwedanek mezin heye." Cumalî da zanîn ku ji bo berxwedana bi rûmet a Kobanê silav bike û piştevaniyê bide çalakiya nobetê ya li sînor hat û wiha axivî: "Ez ji bo berxwedana bi rûmet silav bikim hatim. Heke ez ciwan bam niha ez dê li Kobanê di eniyên pêş de bibam. Ji ber ku roj roja em axa xwe li hemberî çeteyên qirêj xilas bikin e. Têkoşîna bi rûmet a şehîdên me li tevahiya cîhanê belav bû. Em jî soz didin wan em dê heya dawî têkoşîna wan bidomînin."

'Rihê li Kobanê ya wan e'

Cumalî bilêv kir ku li Elemanyayê jî ji bo Kobanê çalakî û bername li dar xistin û wiha pê de çû: "Li Elmanyayê bi dostên kurdan me ji bo Kobanê meş li dar xistin. Em hewil da em baldariyekê pêk bînin. Ev xebat û têkoşîna me dê li her derê cihanê bidome." Cumalî destnîşan kir ku kurd zêdehî 30 salin li hemberî pergalê û paşverûtiyê bi hêz têkoşînê dikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Êrîşên li dijî Kobanê pêk hatin di bingeha xwe de li hemberî jiyana azad a vê têkoşînê afirandiye. Di vê demê de bi hezaran ciwanên me şehîd ketin. Rihê berxwedanê yê îro derket holê rihê Leyla û bi hezaran rêhevalên wê ye. Ev rih tenê li Kobanê ne li hemû cîhanê zînde dibe."

'Heke Leyla jiyaba dê niha li Kobanê ba'

Cumalî têkildarî keça xwe Leyla de jî wiha axivî: "Heke îro Leyla jiyaba dê niha li Kobanê ba. Ji xwe Leylayê di rojek wisa de berê xwe da çiya. Di sala 2008'an de leşkerên tirk li hemberî herêma Zapê êrîşek mezin dan destpêkirin. Leyla li hemberî van êrîşan çû. Îro li Kobanê rewş heman tişt e. Heke îro jiyaba dê niha li Kobanê ban."

(zt)