‘Em bi hêza jinên berxwedêr muzîka xwe çêdikin’

10:33

 


Ceren Karlıdag / JINHA


İZMİR Gruba Muzîkê ya MelokiKA ya ku tenê ji jinan pêktê dibêjin: “Em hêza muzîka xwe ji hêza jinên berxwedêr digirin.” Ji endamên Grubê Sevgî Dogan û Arzu Gerçek gotin: “Em bêyî kesê weke yêndinê bibînin muzîka xwe çêdikin. Em hewil didin bi muzîka xwe jinên kolanan, fabrîqan û nava malê bidin têgihandin.”


MelodiKA didema berxwedna Gerziyê de bi pirsa “Çima gruba muzîkê ya jinan nîne?” re despêkir. Ji dema hatî avakirin heya niha bi hamû amêrên xwe yên muzîkê yên weke saz, erbane û gitarên xwe di çalakiyên jinan de bûne dengê berxwedanê. Ji endamên grubê Sevgî Dogan û Arzu Gerçek gotin: “Em bi berxwedana jinên li pêşiya barîkatan li ber xwe didin muzîkê dibêjin.”


‘Em bi muzîka xwe jinan didin têgihandin’


Sevgi Dogan da zanîn k udi dema berxwedana Geziyê de jinên muzîsyen bûn yek û wiha got: ““Em bêyî kesê weke yêndinê bibînin muzîka xwe çêdikin. Em hewil didin bi muzîka xwe jinên kolanan, fabrîqan û nava malê bidin têgihandin.”


‘Duh Gezî îro jî Kobanê’


Arzu Gerçek jî balkişand ser di demê dawiyê de bilindbûna berxwedana jinan û wiha domand: “Duh berxwedana Geziyê û îro jî di çeperên berxwedana Kobanê de jin di çeperên pêş de cihê xwe digirin. Berê jî jin di pêşebûn, lê hişmendiya mêrane li pêşiya wan astengbûn. Lê niha zêdetir berxwedanek ya jinan ya hevpar heye. Ev jî berxwedanê bilind dike. Em jî vê tekoşînê mînak digirin.”


 (zt)