Di roja de 133’an berxwedana Kobanê hat silav kirin
11:41
Çile
25
/ 2015
JINHA
RIHA - Nobedarên li ser sînorê Kobanê, di rjoa 133’an berxwedana Kobanê de bejna xwe tewandin û berxwedan silav kirin.
Di roja 133’an de berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê tê meşandin de, bi sedan nobedarên li gundên Mehser û Miseynterê, bi hilgirtina alên PKK, KCK, YPG, DOKH, YDG-H, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi qîrîna dirûşman bejna xwe li pêşberî Kobanê tewandin û berxwedan silav kirin.
Li dû çalakiya silavkirin, li her du gundên berxwedê Mehser û Miseynterê, çalakvanan paqijiya hawirdorê kirin.
(zt)

