‘Emê êşa wî vegerînin hêrsa azadiya Şengalê’

12:56

 


JINHA


ŞENGAL - Fermandariya YJA-Star a Şengalê û Fermandariya YPJ-Şengal, ji bo Berdevkê YBŞ'ê Ednan Silêman (Berxwedan Tolhildan) ê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek dan û gotin, "Divê em êşa windakirina rêhevalê xwe yê pêşeng, fermandarê xwe bikin hêrs û pêngava xwe ya azadkirina Şengalê bi ser bixînin. Ji ber vê yekê, ji bo xwedîderketina li bîranîna rêhevalê xwe Ş. Berxwedan, di serî de jinên ciwan em bang li tevahiya ciwanên Êzidî dikin ku tevlî refên YBŞ û YPJ Şengal bibin û têkoşînê bilind bikin."


Fermandariya YJA-Star a Şengalê û Fermandariya YPJ-Şengal, ji bo Berdevkê YBŞ'ê Ednan Silêman (Berxwedan Tolhildan) ê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Nêzî çil roj in, li navenda Şengalê gerîlayên HPG-YJA Star, şervanên YBŞ'ê di çarçoveya pêngava azadkirinê de pêngava berxwedanê li ser bingeha lehengiyên mezin dewam dikin. Ev pêngav; bi biryardarî û baweriya rizgarkirina Şengalê ya ji bo civaka Êzidî pîroz e û azadkirina civak û jinên Êzidî dewam dike. Di şerê azadkirina Şengalê de beriya du rojan me yek ji fermandarên xwe yên YBŞ'ê rêhevalê xwe Berxwedan Tolhildan şehîd dan. Ş. Berxwedan pêşengek, fermandarek bû. Di çarçoveya îdeolojiya Rêber APO de roj bi roj bi pêş ve diket. Bawerî û hêvî dida gel û gerîlayên li çiyayê Şengalê. Komkujiya ku li ser civaka Êzidî weke çarenûsê dihat ferzkirin berevajî kir û fermandarekî ku hêza jiyanê da gel, vîna gel bi pêş xist. Ji ber windakirina zû ya fermandarekî me yê bi vî rengî em gelekî bi êş û xemgîn in. Bi vê wesîleyê di serî de ji malbata wî, em ji tevahiya civaka xwe ya Êzidî re sersaxiyê dixwazin, dibêjin ku xwîna rêhevalê me Ş. Berxwedan wê li erdê nemîne û em ê têkoşîna xwe bilind bikin."


'Pêşengê êzidiyan bû'


Fermandariyan gotin, "Rêhevalê me Şehîd Berxwedan Tolhildan, bi tempo û rêbazeke ku komkujiyê serûbin dike û azadiyê pêk tîne dixebitî" û ev yek destnîşan kirin: "Bi hewldan, hişmendî û baweriya azadkirina 'Êzidxana Pîroz' dijiya û ev yek bi hemû rêhevalên xwe re dida fêmkirin. Dilnizm bû, xebatkar bû, pêwîstî pê hebûya li mewziyê li cem rêhevalên xwe şer dikir, pêwîstî pê hebûya ji bo rêhevalên xwe yên li eniya şer her tim ked dida. Dema pêwîst dikir li civînên gel, ji bo afirandina baweriya azadiyê bi zimanê xwe yê xurt û bedew diaxivî û nêrîna azadiyê kûr dikir. Rêheval Ş. Berxwedan, bi qasî fermandarê şervanên YBŞ'ê bû di heman demê de pêşengê civaka Êzidiyan bû.


Yek ji sedemên bingehîn ên ku tempo û rêbaza azadiyê ya rêhevalê Ş. Berxwedan xurt kir, jinên ciwan ên Êzidî bû ku bi hezaran ji wan di komkujiya 3'ê Tebaxê de hatin revandin. Di nava van jinên ciwan de çend jê xwişkên rêheval Ş. Berxwedan bû. Ji ber vê yekê gelekî bi hêrs bû, hêrsa wî gelekî zêde bû. Her tim li ser rizgarkirina jinên ciwan ji destê çeteyên DAIŞ'ê difikirî, li ser vê bingehê tevdigeriya. Lewma ji bo Akademiya Şehîd Xanê ya me li Şengalê birêxistin kir, hewl dida jinên ciwan teşwîkî perwerdeyê bike. Di vê rewşa şer de gava rêxistinbûyîna Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê ava bû, weke şervan û fermandarekî YBŞ'ê moraleke gelekî mezin girt û bi baweriya xwe ya xurt bi gotina, 'Eger li Şengalê Yekîneyên Parastina jinên Şengalê ava bû, wê Şengal ji sedî sed bi ser bikeve' rêhevalên jin pîroz kiribû."


'Emê li nava refên YBŞ û YPJ'ê têkoşîna xwe xurt bikin'


Fermandariya YJA Star a Şengalê û Fermandariya YPJ Şengal di daxuyaniya xwe de gotin, "Şehîd Berxwedan Tolhildan bi ked û hewldana xwe ya di têkoşîna azadiya civaka Êzidî de nîşan da, xeta têkoşîn û jiyanê afirand. Divê em êşa windakirina vî rêheval û fermandarê xwe bikin hêrs û pêngava xwe ya azadkirina Şengalê bi ser bixînin. Ji ber vê yekê, ji bo xwedîderketina li bîranîna rêhevalê me Şehîd Berxwedan di serî de jinên ciwan em bang li tevahiya ciwanên Êzidî dikin ku tevlî refên YBŞ û YPJ Şengal bibin û têkoşînê xurt bikin."


Jêder: ANF


(zt)