Jin dixwazin ser axa xwe bixebitin
09:13
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED – Jinên Bakurê Kurdistanê yên li aliyê Tirkiyê de dixebitin diyar kirin ku ew dixwazin ser axa xwebixebitin. Yek ji jinên bi salan eli aliyê Tirkiyê dixebite dayîka 2 zarokan Welat Baran û xwişa xwe Çîçek Baran bang li Rêveberiyên Herêmî, KCD û şaredariyan kirin û gotin: “Em dixwazin axa xwe bixebitînin.”
Yek ji koçên sereke yên nava Tirkiyê jî newekheviya aborî û civakiya nava Tirkiyêye. Sedema wê jî zêdebûna şêniyê û bi qasî ew şênî bê xwedîkirin derfet amadenekirine. Li Tirkiyê xebatên çandiniyê hem berdewam û hem jî demsalî tên kirin. Piraniya karkerên demsalê jî çandiniya demsalî dikin. Piraniya karkeran ji Bakurê Kurdistanê diçin li deverên cuda yên weke Zerya Reş, Ege û Çukurovayê karkeriya demsalê dikin.
‘Em bi qasî kedê didin beramberî wê nagirin’
Ji karkerên demsalê diya 2 zarokan Welat Baran ya 5 salin weke karkera demsalê diçe aliyê Tirkiyê dixebite wiha axivî: “Em bi gelek zoriyan re ru bir u diman. Me av nedidît, ji kaniyê me av dikişand konan û me di konan de jiyan dikir. Em mehekê yan jî 40 rojan dixebitîn. Em rojê 12 saetan dixebitîn. Rojê em bi 20-30 TL yan dixebitîn. Ev pere bi qasî keda ku 12 saetan di zeviyan de tê kirin nîne.”
‘Em hînbûnên xwe li ser axa xwe bikin’
Welat balkişand ser qezayên kar û wiha domand: “Mirov yan bi trenan yan jî bi wesayîtên tayîbet diçin. Gelek karkerên kul i gel eşyayên xwe çune di rê de qeza kirine û jiyana xwe jidestdane. Em dixwazin çareyek ji vê re bê dîtin.”
‘Li me zorê dikin’
Çîçek Baran ya 19 salî k udi temenê biçuk de karkeriya demsalê dike jî wiha axivî: “Ez biçuk heya niha di karkeriya demsalê de dixebitim. Me di şertên gelek zor de jiyan kir. Ji xwe zorbû hem jî em biçukbûn me wê zoriyê dikişand. Li gel em weke mirovek yê mezin dixebitîn jî cardin dahata me nîvî dida me.”
‘Divê jin axa xwe bixebitînin û herêma xwe pêşde bibe’
Çîçek bilêv kir ku divê li ser axa wan ji bo wan derfetên xebatê bên peyîdakirin û wiha berdewam kir: “Divê jin axa xwe bixebitînin. Em naxwazin weke kolan ser axa kesê kar bikin. Divê di vana liyan de şaredariyên me gavan bavêjin.” Çîçek balkişand ser zoriyên jiyana karkeran û wiha dom kir: “Me berdêla keda xwe nedigirt. Av, elektirkî nebû, hem pereyê dida me kêmbû û hem jî derfetên jiyan me başnedikirin. Heta pêdiviyên me yên sereke jî ne di anîn cîh.”
(zt)

