Di malek xirabede têkoşîna jiyanê didin
13:32
Rozerin Tekîn - Şehrîban Aslan / JINHA
AMED – Her carê bêyî ku tenduristiya jin û zarokan bifikirin ji aliyê hikumetê ve daxuyanî tên dayîn. Medine Kandik ya dayîka 6 zarokane piştî hevserê wê jiyana xwe jidesdaye serhewi çuye û li gel hewiya xwe di heman odeyê de dimîne.
Li Tirkiyeyê ji ber bê kariyê bi hezaran kes bê karin û nikarin debara mala xwe bikin. Daxuyaniyên Serokwezîr ên dibêje ‘Li Tirkiyeyê êdî bêkartî kêm bûye’ rastî bertekan tên û gel pê bawer nînin. Her roja ku diçe aboriya tirkiyeyê xira dibe lê dîsa jî hikûmet bi ‘paketên zayînê’ jinan teşwîqî zarok anînê dikin û ev jî dibe sedema trajediyên malbatan. Yek ji van trajediyan jî jina bi navê Medîne Kandîk (28) ya li taxa Hasirliya Sûra Amedê dijî. Medîne di xaniyek hilweşiyay de bi 3 zarok û hewiya xwe re dijî. Medîne diyar kir ku zilamê wê ji ber sûcek edlî di girtîgehê deye û ji ber ku ew jî ducane kesek kar na de wê.
Medîne anî ziman ku ew ji Dêrika Mêrdînê ye, du caran zewiciye û wiha axivî: “Beriya 14 salan ez bi kesekî roman re dam zewicandin. Sê zarokên min çêbûn yê herî mezin 13’ê saliye. Zilamê min beriya çend salan mir. Bi tiyê min re ez dam cewicandin. Ji ber ku zarokên wî cênabin bi salane ez bûme hewiya jintiya xwe. 3 zarokên min yên din çêbûn nihajî dîsa ez du canim. Zilamê min ji ber bêkar bû dizî kir û hat girtin. Kurê min yê mezin gelek caran li kar geriya lê ji ber zarok û romane kesek nagire kar.”
Medîne da zanîn ji ber ku kesek naxebite darên wan yên ji bo xwe pê germ bikin tunene û wiha got: “Ger wisa berdwam bike emê hemû divê mala xirabede bi nexweşiyên giran bikevîn. Ez bi 6 zarokên xwe re di vê malê de têkoşîna jiyanê didim.”
Der barê rewşa xwe de Ferîde Esmer jî da zanîn ku çavê wan li nan û ava kesê nîne û wiha axivî: “Em parsetî nakin. Kes kar nade me, em tenê alîkariyê dixwazin. Ji ber ku ez bîjinim kesek kar nade min. Em karekê dixwazin.”
(mb)

