'YPJ'ê ji bo jinan rihekî nû afirand'
13:49
JINHA
RIHA - Welatiyên Îtalî yên bi navê Lorenzo Trapani û Marta û Sara Collot ên hatin sînor û tevlî çalakiya nobetê bûn diyar kirin ku berxwedana li Kobanê şerê li hemberî pergala kapîtalîst e. Marta û Sara Collot ên cêwî yên heyranên şervanên YPJ'ê wiha got: "Jinên di nava YPJ'ê de şer dikin di dilê min de heyraniyek gelek mezin afirand. Pergala kapîtalîst û zilam jin gelek paşve girt. Li hemberî vê yêkê YPJ'ê ji bo jinê rihekî nû afirand."
Berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 134'an de berdewam dike. Li her derê cîhanê mirov ji bo piştgiriyê bidin berxwedanê tên sînor. Welatiyên Îtalî yên bi navê Lorenzo Trapani, Marta Collot û Sara Collot ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê hatin gundê Miseynterê. Lorenzo û birayên hev Marta û Sara tevlî xebatên gund bûn û her roj tevlî zîncîra mirovan dibin û şervanên YPG û YPJ'ê silav dikin. Lorenzo û Marta Collot têkildarî hatina xwe û berxwedana Kobanê de axivîn û diyar kirin ku li Kobanê nirxên mirovahiyê tên parastin.
'Kobanê, şerê li hemberî pergala kapîtalîst e'
Lorenzo Trapani diyar kir ku li gelek cihên cîhanê ji bo parastina Kobanê mirov hatin erdnîgariya Kurdistanê û wiha got: "Berxwedan li Kobanê ji bo cîhanê gelek girîng e. Li her derê cîhanê mirovên ji rêxistinên çepgir, baweriyên cuda û bîrdoziyên cuda hatin vir. Em jî ji Îtaliyayê ji bo xwedîderketinê û rihê vir di cih de bibînin hatin vir." Lorenzo anî ziman ku hatina wan a li ser sînor ji bo wan gelek girîng bû û wiha axivî: "Ji ber ku Kobanê berxwedaneke enternasyonalîst û şerê li hemberî pergala kapîtalîst e." Lorenzo da zanîn ku şer şopandin atmosfereke cuda ye û wiha pê de çû: "Tê dîtin ku berxwedana li Kobanê pêk tê li vir jî hatiye raçandin. Ev têkoşîn tenê li Kobanê li hemberî DAIŞ'ê nîn e di heman demê de li hemberî pergala li Tirkiyeyê jî."
'YPJ nirxên mirovahiyê diparêze'
Marta Collot jî diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin berxwedanê hatin sînor û wiha got: "Di heman demê de ji bo me pirsgirêkekî wijdanî bû. Şerê şervanên YPG û YPJ'ê ya li hemberî paşverûtiyê ji bo me gelek girîng e." Marat anî ziman ku şervanên YPJ'ê bi mafdarî di rojava cîhanê de cihê xwe girtin û wiha axivî: "Bi taybet jinên di nava YPJ'ê der şer dikin di dilê min de heyraniyek mezin afirandin. Pergala kapîtalîst û zilam jinê her tim paşda digire. Li hemberî vê yêkê YPJ'ê ji bo jinan rihekî nû afirand. YPJ tenê jinan na qadên jiyanê û nirxên mirovahiyê diparêze."
(zt)

