Dersa yekem ji Kobarê re silav!

13:55

 


JINHA


RIHA – Li xeta sînor di roja 134’emîn de berxwedana Kobanê hate silavkirin, li gundê Miseynterê xwendekarên ku li konê bi kedê hate înşakirin beriya dest bi dersê bikin tevli çalakiya zincîra mirovan bû û ji Kobanê re silav şandin. 

Li Kobanê berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi pêşengiya YPG û YPJ’ê di roja 134’emîn de bi operasyonên paqijkirinê didome û navenda bajar gav bi gav tê azadkirin. Nobeta li ser xeta sînor jî bi berxwedana Kobanê re ji roja dest pêkê heta niha her diçe mezin dibe û didome. Bi sedan welatiyên li gundê Mehser û Miseynterê yên nobeta berxwedanê digirin jî di roja 134’an a berdexwedanê dê destên hev girtin û ji Kobanê re silav şandin. Posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG, DOKH û YDG-H’ê hatin vekirin û bi sirûda “Çerxa şoreşê” rêz hati girtin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” “Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan” “Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê” hatin berzkirin û berê xwe dan Kobanê, bejna xwe tewandin û berxwedêrên li Kobanê silav kirin. 

Xwendekarên dibistana kurdî ya li gundê Miseynterê jî tevli çalakiyê bûn. Zarokên ku beriya dest bi dersê bikin bi çenteyên xwe hatin, tevli çalakiya zincîra mirovan bûn bi dirûşman hewl dan dengê xwe bigihînin Kobanê. Piştre jî zarok derbasî konê perwerdehiyê bûn. 

Piştî çalakiyê li gundar derûdor hate paqijkirin.

(zt)