Ji bo jinên şaredariyê perweda ‘Zayenda civakî’ tê dayîn
14:26
JINHA
MÊRDÎN – Ji bo 90 xebatkarên jin ên Şaraderiya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji aliyê mamosteyên girêdayî Yekîtiya Şaredariyên Başûrêrojhilat (GABB) ve perwerdeya “Zayenda civakî û dîroka jinê” tê dayîn.
Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo 90 xebatkarên jin bernameya perwerdeyê ya du rojan da destpêkirin. Perwerde ji aliyê mamosteyên girêdayî Yekîtiya Şaredariyên Başûrêrojhilat (GABB) ve tê dayîn û jin dê li ser mijarên “Zayenda civakî û dîroka jinê” de bên perwerdekirin.
Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mekiye Guzel der barê bernameyê de agahî da û diyar kir ku ji bo ku jin rola xwe ya pêşengiyê di demokratîkbûnê de bilîzin li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst zana bibin ev bername dane destpêkirin.
Mekiye destnîşan kir ku ji bo bikaribin bi azadbûna jinê pêşiya azadbûna civakê vekin xebatên bi plan dimeşînin û wiha axivî: “Di çarçoveya van xebatan de ji bo ku jinên di şaredariyê de dixebitin xwe bikaribin îfade bikin, di ferqa qalibên zayenda civakî bin, wan derbas bikin di nivîsandina dîroka azadiyê de divê rol bigirin. Xebatên perwerdeyê jî ji ber vê yekê tiştekî nebe, nabe ye. Bi vî rengî jin dê li her qadê bi zanebûne cewherê xwe ve xebatan bimeşînin.”
Mekiye da zanîn ku ew ê van bernameyan di demeke nêz de li taxan jî bidin.
(zt)

