Çeteyên direvin tên emanetî leşeran dibin
14:35
JINHA
KOBANÊ - Çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê, li eniyên paş dest bi revê kirin. Ji çeteyên li herêma di navbera Girê Zorava û gundê Siftekê de bicih bûn 6 çete bi çekên xwe sînor derbas kir û leşkerên Tirk jî ew li wesayîtên xwe siwar kirin û ji herêmê derxistin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên nikarin li hemberî hêzên YPG/YPJ'ê bisekinin, sînor derbas kirin û xwe avêtin hembêza leşkeran. Ji çeteyên li mewziyên herêma Girê Zorava yê li rojavayê Kobanê dimînin, ku çend roj berê bû mijara nûçeya ajansa me, 6 ji wan bi çekên xwe reviyan û teslîmî leşkeran bûn. 4 çeteyên li mewziya di navbera Gir û gundê Siftek de bi cih bûbûn, bi motorsîkletan hatin ser sînor cihê Kobaniyan wesayîtên xwe lê danîne. Piştre 2 çeteyên din jî bi motorsîkletê hatin nava wesayîtan. Çeteyên din ên ji gundê Siftekê ber bi wan ve dihatin, bi çekê êrîşî 6 çeteyên reviyan kirin. Li ser vê yekê 6 çeteyan têlên li ser sînor derbas kirin û xwe gihandin cem wesayîteke leşkerî. 6 çeteyên li wesayîta leşkerî hatin siwarkirin bi alîkarî û parastina helîkoptereke leşkerî, ji herêmê hatin dûrxistin.
Gundiyên Swêdê yên şahidî ji vê rewşê re kirin anîn ziman ku piştre fermandarê leşkeran hatiye cem wan û ji wan re gotiye, "Ji vir biçin. Ev der herêma qedexe ya leşkerî ye. Kesekî reviyaye jî nîne." Gundiyên Swêdê dan xuyakirin ku wan ji fermandarê leşkerî re tiştek negotin, ew ji ber xwe ve hatiye cem wan û ji wan re tiştekî bi vî rengî gotiye. Gundiyan ev helwesta fermandarê leşkeran weke 'girtina li ser sûc' bi nav kirin. Ji şahidên bûyerê Azad Şêxo diyar kir ku çete bi agahiya leşkeran reviyane û got, "Li Kobanê pêşdeçûyîn dewam dike. Çeteyên li vê derê dizanin ku wê bimirin. Lewma direvin. Leşker jî wan dibin cihekî ewle. Dema maşîna leşkerî ew dibir, helîkopter jî di ser wan re digeriya û parastina wan dikir."
(zt)
