Cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed şandin Kobanê
14:44
JINHA
RIHA - Cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Mistefa (Mihemed Kobanê) yê ku di operasyona duh a paqijkirina Kobanê de birîndar bibû û ji bo dermankirinê anîn Rihayê jiyana xwe ji dest da û ber bi Kobanê ve hate oxirkirin.
Şervanê YPG'ê Mihemed Mistefa duh êvarê di operasyona paqijkirina Kobanê de ya li Kaniya Kurdan birîndar bû û ji bo dermankirinê anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Piştî mudaxeleya yekemîn birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan a li Rihayê. Tevî hemû hewldanan jî Mihemed li vê derê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Piştî karên otopsiyê cenaze ber bi Pirsûsê ve hat şandin û li ber wargehên Arîn Mîrxan, Sûphî Nejat Agirnasli, Rojava û Kobanê ji aliyê sedan kesan ve bi dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Lêxe YPG lêxe" hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Mihemed ji nexweşxaneya dewletê ya navçeyê bi tevlîbûna Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhanm, rêveberên MEYA-DER û DBP jî di nav de ji aliyê gelek kesan ve hat pêşwazîkirin û piştî meşeke heta ser rêya bejahî, ber bi Kobanê ve hat oxirkirin.
Cenazeyê Mihemed dê li Kobanê bê definkirin.
(zt)
