Cenazeyê 2 endamên YJA Starê li sînor hatin wergirtin
15:38
JINHA
MÊRDÎN - Cenazeyê du endamên YJA-Starê Bîrgul Çelîk (Edesa Girêsor) û Yildiz Kenben (Bêrîtan Viyan) ên li Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbatan ve ji Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê yê Qoserê teslîm hatin wergirtin.
Cenazeyê du endamên YJA Starê Bîrgul Çelîk (Edesa Girêsor) û Yildiz Kenben (Bêrîtan Viyan) ên li Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbatan ve ji Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê yê Qoserê teslîm hatin wergirtin. Di dema wergirtina cenazeyan de bi malbatan re rêveberên DBP, HDP'ê yên bajar û navçeyan, MEYA-DER, ÎHD û hin hevşaredarên DBP'î amade bûn.
Dema li deriyê sînor cenaze hatin wergirtin dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin û cenaze ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Hat hînbûn piştî karên otopsiyê dê cenazeyên YJA Starê li Mêrdîn û Sêrtê bên definkirin.
(zt)
