Ji bo şervanê YPG'ê Wedat sersaxiya girseyî

15:48

 


JINHA


RIHA - Ji bo şervanê YPG'ê Wedat Salar (Birûskê Reş) ê ku di berxwedana Kobanê de hefteya borî di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Hêcekê konê şînê hat vedan û bi girseyî hat ziyaretkirin.

Ji bo şervanê YPG'ê Wedat Salar (Birûskê Reş) ê ku di berxwedana Kobanê de hefteya buhrî di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Hêcekê konê şînê hat vedan bi girseyî hat ziyaretkirin. Di nav girseyê de Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, Hevserokê DBP'ê ya Rihayê Îsmaîl Kaplan, Hevserokê HDP'ê ya Rihayê Ridvan Yavuz, Hevserokê DBP'ê yê Pirsûsê Îsmaîl Şahîn, koordînatorê MEYA-DER'ê ya Pirsûsê Medenî Aktar û bi sedan welatî tevlî serdanê bûn. Li cihê konê şînê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şervanê YPG'ê Salar hat ve daliqandin.

Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan di serdanê de axivî û got ku bi saya şervanên YPG/YPJ'ê îro gihaştin rizgariyê û wiha domand: "Birastî cangoriyê meyî Birûsk ji bo Kobanê heta xwîna xweyî dawiyê têkoşîn kir. Em her tim serê xwe li ber tekoşîna wan ditewînin. Ji bo azadiya Kobanê canê xwe de û em dibêjin ku em tu carî ala heval Birûskan û Arîn Mîrkanan nedeynin. Îro gelê li her derî li ber xwe dide û her kes êdî Kobanê, YPJ/YPG'ê nas dikin. Serokwezîrê Tirkiyeyê îro derketiye û dibêje 'Ez îro berxwedana Kobanê silav dikim' bi çi rûyî dibêje gelo? Heta niha we digot 'ketina Kobanê nêz e'. Ev durûtiya AKP'ê derket holê."

'Bi saya cangoriyên me Kobanê rizgar bû'


 Parlementerê HDP'yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî bi kurtasî axîvî û di despêka axaftina xwede agahiya rizgar bûna Kobanê da û wiha got: "Aniha hevalên me li me geriyan û gotin êdî azad bûye. Ez dixwazim vê mizgîniya bi parve bikim. Ev serkeftina bi saya wek şervanên me Birûsk em bi serketin. Ji bo azadiya gelê Kurd çi hewcê bê em ê bikin. Her tim serê me bi cangoriyên me û şervanên me bilind e. Bi berxwedana Kobanê hemû kurd bûn yek. Serkeftina gelê kurd êdî pir nêz ê."

(kom/zt)