Li Kobanê pîrozbahiyên serkeftinê
18:44
JINHA
KOBANÊ – Rizgarkirina Kobanê ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê ve li Kobanê û li xeta sînor bi dirûşm û govendan tên pîrozkirin.
Şervanên YPG û YPJ’ê duh bi şev di çarçoveya operasyonên rizgarkirina Kobanê de ewil 2 kolan piştre jî 2 kolanên din ji çeteyan paqij kirin û berê xwe dan girê Kaniya Kurda. Berxwedêrên ku Kaniya Kurda jî ji çeteyan paqij kirin vê carê berê xwe dan taxa Mîktelê. Piştî Qesra Bozan Beg a li dawila taxa Mîktelê jî ji çeteyan hate paqijkirin YPG û YPJ’ê hemû bajar rizgar bû. Hevseroka PYD’ê Asya Abdulla ya beşdarî bernameya Stêrk TV bû rizgarkirina Kobanê piştrast kir û diyar kir dê sibehê der barê mijara înşakarina Kobanê ya ji nû ve de daxuyaniyeke berfireh bidin raya giştî.
Li aliyê din Berdevkê YPG’ê Polat Can jî di hesabê Twitterê de bi gotina “Azadiya Kobanê bila ji bo hemû mirovahî, Kurdistan û Kobanê re pîroz be” azadiya bajar îlan kir.
Şervan di pîrozbahiyên serkeftinê de ne
Piştî rizgarkirina Kobanê li girê Kaniya Kurda alake mezin a YPG’ê danîn, şervanan gule berdan hewa û bi govendê ve serkeftin pîroz kirin. Nihal i hemû kolanên Kobanê dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” “Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê” tên berzkirin û welatî jî serkeftinê pîroz dikin. Hêzên asayişê jî .eşdarî pîrozbahiyan dibin û dirûşmên ji bo YPG û YPJ’ê tên berzkirin, stranên azadiyê û sirûd tên gotin.
Li xeta sînor pîrozbahî
Li aliyê din li xeta sînor j îli gundên Mehser û Miseynterê pîrozbahî tên lidarxistin û welatiyên Pirsûs û Rihayê jî diherikin xeta sînor. Li herdu gundan jî govend tê gerandin. Her diçe hejmara welatiyên li sînor zêde dibin.
L bendê ye pîrozbahî her derê belav bibin. Li navenda Rihayê jî saet di 19.00’an de li qada Topçuyê dê serkeftin bê pîrozkirin.
(zt)

