Rizgarkirina Kobanê li konbajaran de hat silavkirin
09:37
JINHA
RIHA - Rizgarkirina Kobanê ji aliyê welatiyên li wargehên ji konbajaran de dimînin ve bi coşekê mezin hat pêşwazîkirin. Li konbajarê Şehîd Gelhat bi sedan welat herikîn gundê Mehser û Miseynterê.
Rizgarkirina Kobanê ya rojek ji beriya salvegera ragihandina Kantona Kobanê, ji aliyê welatiyên Kobanê ve bi coşekê mezin ve hat pêşwazîkirin. Gelek welatî ji bo ku bibin şahidê bûyerê herikîn ser sînor û li gundê Miseynter û Mehserê rizgarkirina Kobanê silav kir.
'Silav ji şervanên PKK'ê,YPG'ê, YPJ'ê re'
Welatiya bi navê Bêrîvan Mihemed (23) da zanîn ku ji malbata wê gelek kes di nava refên YPJ/YPG’ê de hene û wiha got: “Niha mizgîniya serkeftinê hatiye û em berxwedana PKK,YPG û YPJ'ê pîroz dikin û silavên germ ji wan re dişînim. Niha tiştek ji me tê xwestin, ew jî xwedî derketina li welatê xwe ye. Çi ji destê me bê em ê di vî warî de bikin."
'Ez gelek keyfxweşim'
Welatiya bi navê Fatma Mihemed (35) jî da zanîn ku bi rizgarbûna Kobanê re gelek keyfxweş bûye û wiha axivî: "Ez li ser xaka Kobanê bûm, ez li ser wê mezin bûm, ez li ser axa wê zewicîm û zarokên min jî li Kobanê mezin bûn. Niha ew Kobanê hatiye rizgarkirin ji bo wê jî ez bi vê yekê gelek keyfxweş im. Înşaleh em ê vegerin Kobanê, bi hêza Xwedê, YPG/YPJ'ê, HPG'ê û yên ji me hez dikin û alîkarî daye me. Axa welatê min gelek xweş e û em di destê wan çeteyên gemar de ne hişt. Yên di şer de hemû birayên min e, bavê mine, keçên min e, xwişkên min e, kurên min e û ez hemûyan wek hev dibînim. Ez silavên xwe şervanên YPJ/YPG, Serok Apo û hemû Kurdistanê re dişînim.”
'Şervanên YPG/YPJ'ê çavên me ne, dilê me ne'
Der barê rizgarkirina Kobanê de welatiyê bi navê Mihemed Nemo (43) jî got ku ji bo rizgarkirina Kobanê ez şervanên YPJ/YPG’ê silav dikim û wiha domand: "Em gelek keyfxweşin ku Kobanê hat rizgarkirin. Canê hevalên YPJ/YPG'ê û pêşmerge sax be. Em hez dikin vegerin welatê xwe. Li vir zêran jî bidin me em naxwazin û em dixwazin vegerin welatê xwe. Şervanên YPJ/YPG’ê çavên me ne, dilê me ne û em berxwedana wan silav dikin."
Welatiya bi navê Fatma Ebbas (22) got ku di nava berxwedana Kobanê de xalekî wê jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: "Her dem baweriya me hebû ku wê Kobanê bê rizgarkirin. Her wiha baweriya me ne hindik gelek hebû ji ber ku şervanên me tê de li ber xwe didin. Em bi vê yekê gelek kêfxweş in. Çeteyên DAIŞ’ê êdî bi tenê navê xwe maye û wekî din tune bûye. Bila DAIŞ tu carî nefikire ku Kobanê çû. Em ji dil û can serketinê ji şervanên YPJ/YPG’ê re dixwazim û wan hemûyan silav dikim."
(kom/zt)

