Gerilayên jin berxwedana Kobanê pîroz kirin

09:49

 


JINHA


BEHDÎNAN Di roja 134’an ya berxwedanê de Kobanê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Li her derê pîrozbahiyên azadiya Kobanê despêkirin. Li Herêmên Parastina Medyayê jî jinên gerila azadiya Kobanê bi kelecanekî mezin pîroz kirin. Jinên gerila agir pêxistin û li derdora agir govend gerandin.


Di berxwedana 134 rojan de Kobanê hat azad kirin. Li her derê pîrozbahiyên azadiya Kobanê hatin kirin. Jinên gerila jî li herêmên parastina medyayê agir vêxistin û li dora agir govend gerandin. Jinên gerila bi coş û kelecanek mezin mizginiya azadiya Kobanê pêşewazî kirin. Gerilayan heya derengiya şevê li ber agir sitiran gotin û dîlan gerandin. Her wiha duruşmên weke  “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana YPJ’ê” bilind kirin.


Pîrozbahî bi gerandina govendê bidawîbû.


 (zt)