Pêşenga jinên Afganîstanê: Meena Martyred

10:29

 


Vildan Atmaca / JINHA


WAN – Weke Îranê li Afganîstanê jî bi tevgera îslama radîkal re despêkê jin ji nava jiyanê qetandin. Qetandina jinan ji nava jiyanê bû sedema despêkirina tekoşîna jinan. Seroka jinên Afganîstanê Meena Martyred li hemberî polîtîkaya kolekirin û girtina jinan di hindirê malan de weke gava yekem Yekîtiya Jinên Şoreşger ya Afganan (RAWA) avakir. Berxwedana Meena ya ku dewleta Afgan ji tekoşîna wê ditirsan bû sedema siyokastoyan. Di 4’ê sibata sala 1987’an de Meena ji aliyê hêzên tarî ve hat qetilkirin.


Afganîstan welatek yê qedera wê dişibe Îranêye. Di salên 1950-1960’an de li Afganîstana bi zagonên şerîetê dihat rêvebirin jî weke Îranê jin ji hemû mafên jiyanê hatibûn bêpar hiştin, dema ku qala wekheviyê jî dikirin dihatin qetilkirin. Meena Martyred li hemberî pergala deshilatiya mêran û îslama radîkal ya kolekirina jinan raperînek ya tekoşînê lidarxist. Meena li aliyekê li hemberî grubên Îslama Radîkal yên Afganana û li aliyê dinê jî ji bo vîna jinan di dema hilweşandina Yekîtiya Sovyetê tekoşîn kir û Yekîtiya Jinên Şoreşger ya Afganîstanê (RAWA) avakir. Meena di 27’ê Sibata sala 1956’an de li bajarê Kabil yê Afganîstanê hatibû dinê. Meena di dibistana ku dixwend de yekembû. Li gel wê serkeftina xwe jî dibistanê diterikîne û di sala 1976’an de dest bi xebatên mafê jinan dike. Wê demê jinên li deriyê zanîngehê re derbazî hindirê zanîngehê bûbana dibûn hedefa Burhaneddin Rabbaniyan û dihatin qetilkirin. Lê Meena her tuşt daber çavên xwe û ji tekoşîna xwe ya azadiya jinan gav paşde ne avêt.


Kolekirina jinan nepejirand


Meena giringî dida perweda jinan û jiyana ji bo jinan rewa hatî dîtin ya weke pir zewac, zewaca di temenê biçuk de û kolekirina jinan nedipejirand. Meena bi baweriya tekoşîna azadiya jinan li hemberî bêmafiya li Afganîstanê ser jinan dihat ferzkirin tekoşîn dikir. Meena bi giyana xwe ya berxwedêr jinên Afgan bandorkiriye. Meena bi tekoşîna xwe ya 12 salan ne tenê jinên welatê xwe jinên welatên dinê jî bandorkiriye û rênîşan daye. Meena xwest ji bo jinên li Afganîstanê hatine bêdeng kirin bibe dengek. Ji bo rêxistinkirin û bilindkirina tekoşîna jinan di sala 1977’an de Yekîtiya Jinên Şoreşgerên Afganîstanê (RAWA) avakir. RAWA rêxsitina jinên Afganîstanê ya herî kevin û di gelek bajaran de xwe ji bo perwerde rêxistina jinan bi rêxistin kiriye.


Dibistana ku Meena avakirî ji aliyê Talîbanan ve hat xirakirin


Meena di sala 1979’an de hem li hember îşkala hêzên Rusyayê û hem jî li hemberî Îslama Radîkal ji bo rayagiştî rake serlingan dibistan û kolej vekir. Di zanîngeha Kabil de bê hijmar civîn û çalakî kirin. Meena li hemberî pergala perwerdê ya li Afganîstanê hatî hilweşandin ji bo jinên Pakîstanê yên koçber dihatin gel wan navendên hunerên dest vedikir ji bo ew jin bikarin di aliyê aborî de xwe li ser lingê xwe bigirin. Dibistanên ku Meena vekirî di sala 1996’an de bi hatina Talîbanan ya ser deshilatiyê re hilweşiyan.


Kovara dengê jinan derxist


Ji bo berxwedana jinên Afganîstanê bide bihîstin di sala 1981’an de kovara bi navê Paya –e- Zan (Peyama Jinan/ Dengê Jinan) derxist. Di kovara “Dengê Jinan” de nivîsên li hemberî teng kirina cîhana jinan û tune hesibandina jinan dihatin nivîsîn. “Dengê Jinan” li hemberî hişmendiya jin tune dihesibandin çekekbû.


Tekoşîna xwe guhast ji derveyî sînoran


Meena ne tenê li Afganîstanê, li welatên dinê jî dengê xwe da bihîstin û ji bo jinan bû îlhamek. Di sala 1981’an de weke nûnera Rêxistina Jinên Afgan beşdarî Kongra Sosyalîstên Fransa ya ku ji aliyê Hikumeta Fransa ve hatibû amadekirina ve bûyîbû. Meena di kongrê de sedemên derketina rêxistian jinan û tirsa ku daye avakirin dinirxîne. Meena bertek nîşanî polîtîkaya Rusya ya şaş ya kur ê li pêşiya kaosan jî vedike dabû. Yên ku ser navê tevgera Sovyetê beşdarî kongrêbûyîn ji ber nirxandinên Meena kongre terikandin û derketin. Meena ji derveyî Fransa bi gelek pêşengên welatên Ewrupa re hatiye gelhev.


Bi berxwedana xwe ji bo tekoşîna jinan bûye ronahî


Meena bi 12 salên xwe yên tekoşînê hem îşgalciyan û hem jî Îslama radîkal bêzar kiriye. Ji ber Teşkîlata Îstexbarata Dewlatê (KHAD) ji têkoşîna Meena siyokast lê kirin û qetilkirin. Meena bi berxwedana xwe hem ji bo jinên Afgan û hem jî ji bo hemû tekoşînên jinan yên niha li hemberî deshilatiya mêran şer dikin meşaleya ronahiyê rakiriye.


(zt)