Kobanê azad bû niha dora gundan e

10:45

 


JINHA


KOBANÊ -Şervanên YPG û YPJ’ê 134 rojan bênavber ku rojek ji salvegera îlankirina kantonê re mayî navenda Kobanê azad kirin û di rûpelên dîrokê de wek serkeftina ronahiyê cih girtin. Şervanê YPG’ê Gîvara Kobanê ku di operasyona azadkirina Kaniya Kurdan de cih girt wiha got: “Em tenê bihostek xaka xwe di bin dagirkeriyê de nehêlin. Em ê hemû gundên xwe jî azad bikin.”

Şervanên YPG û YPJ’ê di encama berxwedana mezin ya 134 rojan de navenda Kobanê ji çeteyan rizgar kir. Bajar rojek beriya salvegera îlankirina Kantonan yanî rojek beriya 27’ê Çile ji çeteyan hat paqijkirin. Çeteyên ku piştgiriya ku hêzên dixwestin Şoreşa Rojava bixetimînin girtin bi her cureyê çekên giran êrîşê Kobanê kirin, lê rastî berxwedana mezina YPG û YPJ’ê hatin û ev bi serkeftinê encam kirin.

YPG û YPJ’ê ku heta aliyê herî rojhilat yê bajar Kaniya Kurdan bajar rizgar kirin niha hedefa wan ew e ku hemû kurdên di bin dagirkeriyê de ne rizgar bikin. Şervanê YPG’ê Givara Kobanê yê ku di operasyona azadkirina Kaniya Kurdan de cih girt diyar kir ku wan soza dane hevalên xwe yên di berxwedana Kobanê de şehîd ketin û wan soz xwe bi rizgarkirina bajar ev yêk pêk anîn. Givara da zanîn ku dê berxwedana wan heta gund jî tên azadkirin dê berdewam bike.

Serkeftinê qîr dikin

Piştî agahiya azadkirina girê Kaniya Kurdan em berê xwe da Kaniya Kurdan a eniya rojhilat. Li eniya rojhilata yekemîn şervanên YPG û YPJ’ê yên rûken em pêşwazî kirin. Dema em ber bi Kaniya Kurdan ve diçin di bêtêla şervanên YPJ'ê yên ji me re pêşengî dikir dirûşmên "Bijî YPJ, bijî YPG" û "Bijî berxwedan Kobanê" dihatin bihistin. Li hemû kolanên ku wêran bûne şervanên YPG û YPJ’ê çekên xwe bilind kiribûn û dirûşmên azadiyê berz dikirin. Dema em nêzî Kaniya Kurdan me staranên serkeftinê dibihîtin.

Ala YPG li gir çikandin

Dema em gihiştin Kaniya Kurdan jî şervanên YPG û YPJ’ê govenda azadiyê digerandin. Li aliyê din amadekariya çikandina ala YPG’ê dihat kirin. Piştî amadekarî hat temamkirin em berê xwe didin girê ku wê alê lê bi çiqandin. Al ligel dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" hat daliqandin. Ala ku hat daliqandin azadî û serkeftina mirovahiyê ya di şexsê Kobanê de temsîl dike.

'Soza me ya ji bo şehîdan bû'

Ji şervanên ku coşa serkeftinê dijiya yek jî Givara bû. Givara ku di operasyona eniya rojhilat a li dijî çeteyan de cih girt ji bo gelê Kobanê, Şengal û gelê kurd û cîhanê silavên xwe ragîhand.Givara diyar kir ku berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê parçeyek berxwedana ya li dijî çeteyên çavsor yên dijminê mirovahiyê ye û wiha got: “Çalakiyên me encam da û me bajar ji encam da. Me soza xwe ya bo şehîdên xwe anî cih.”

'Operasyon dê bidomin'

Givara anî ziman ku ew gelek kêfxweşin ku soza xwe ya ji bo şehîdên xwe bi cih anîn û wiha axivî: “Em serkeftina Kobanê diyariyê gelê Kurd dikin. Berxwedan neqedyaye û didome. Piştî paqijkirina bjar niha emê gundan yek bi yek paqij bikin. Em soza xwe ya berxwedanê careke din dubare dikin. Emê kulancek xaka xwe di bin dagirkeriyê de nehêlin.Kantona Kobanê wê ji berê bi hêztir be. Operasyonên me wê bi biryarek mezin bidome.”

(zt)