Enwer Muslim bang li hemû gelê Kobanê kir ku vegerin bajarê xwe

10:50

 


JINHA


KOBANÊ – Bi wesîleya yekemîn salvegera damezrandina Rêveberiya kantona Kobanê bi pêşengiya Serokê Meclîsa Rêveber a Kantonê Enwer Muslim civînek hat li darxistin. Di civînê de Enwer axivî û got: “Em li Kobanê man me li berxwe da û niha jî em serkeftinê ji hemû cîhanê re radighînin.”


Bi boneya yekemîn salvegera damezrandina Rêveberiya kantona Kobanê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantonê Enwer Muslim civînek li dar xist. Civîna ku hemû endamên hikumetê, saziyên civakî  û  hejmareke ji gel amade bûn, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê rêveberiya kantonê Enwer Muslim axivî û wiha got: “Salek di ser damezrandina Rêveberiya Kantona Kobanê de derbas bû. Ji bo ku sazî, komele û hemû beşên civakê bi rêxistin bikin û di xizmeta civakê bikin, di sala di 27`ê sala 2014`an de rêveberiya kantonê hate damezrandin.  Jixwe di wê rojê de jî şehîdên me hebûn, em niha yekemîn salvegera damezrandina Rêveberiya Kantona Kobanê li wan û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û  hemû gelê Kobanê pîroz dikin.”


‘Em bajarê xwe ji nûve ava bikin’


Enwer bibîr xist ku hêzên tarî bi destê çeteyên DAIŞ`ê êrîşî herêma Kobanê kirine, gund û malên gel talan kirine, lê bi bi seya şervanên YPG û YPJ`ê berxwedana Kobanê gihîştiye asta herî bilind. Enwer, destnîşan kir ku vê berxwedanê hemû hêzên tarî vala derxistine û bajarê Kobanê ji wan paqij kir û wiha domand: “Di deme nêz de em ê hîn mizgîniyên din jî bibihîzin. Hêviya me ew e ku em ji nû ve bajarê xwe vegerînin û gund û bajarên xwe ji berê xweştir û çêtir bikin û hezkirinê di nava gel de ava bikin.”


‘Em serkeftinê radigihînin’


Enwer da zanîn ku  Amîrka, Fransa û hemû dewletên din dibêjin ku bajarê Kobanê mînaka berxwedaniyê ye û wiha pê de çû: “Em li Kobanê man me li berxwe da û niha jî em serkeftinê ji hemû cîhanê re radighînin. Niha di pêngaveke nû de divê em li kêleka hev bisekinin û Kobanê bêyî ku em hev bi êşînin û hev reş bikin ji nû ve avabikin.”


Di dawiya axaftina xwe de Enwer bang li hemû ciwan û gelê Kobanê kir ku vegerin bajarê xwe  û li kêleka şervanên YPG û YPJ`ê bisekinin û rola dikeve ser milê wan bilîzin û wih got: “Niha bajarê Kobanê bi serdikeve û ew hêzên tarî têk diçin. Dem hat ku êdî ciwan vegerin û axa bav û kalên xwe biparêzin. Em wekî Rêveberiya Kantonê soz didin şehîdan û gelê xwe ku xwedî li soza xwe derkevin û erka ku li ser milê me dikeve bikin.”


Civîn bi diruşmeyên ku berxwedana şervannên YPG/YPJ`ê, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gelê Kobanê silav dikin, bi dawî bû.


(zt)