KJK: Kobanê pêşeroja gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn

12:03

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona KJK’ê di derbarê azdiya Kobanê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di serî de YPG/YPJ em hemû şervanên azadiyê yên ev serketin bi dest xistin û gelê xwe, pîroz dikin.”


Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî, şervanên Kobanê azad kirin, pîroz kir. Di daxuyaniyê de wiha hat domandin, “Di şerê dijwar ê çar meh in li Kobanê li dijî faşîzma DAIŞ’ê ya bi teknîk û çekên herî giran êrîşî Kobanê kirin de, berxwedana gelê me ya bi pêşengiya YPG/YPJ’ê bi pêngava azadkirina Kobanê re mora xwe avêtiey binê serketineke dîrokî. Ev serketin serketina nirxên aştî-demokrasî û azadiyê yên sedsala 21’an ên li Rojhilata Navîn e. Di serî de şervanên YPG/YPJ’ê em her kesên ev serketin pêk anîne û tevahiya gelê xwe pîroz dikin. Bi vê pêngava azadkirina Kobanê re ku li salvegera ragihandina Kantona Kobanê rast hat, du caran rê li ber coş, kêfxweşî rûmetdariyê vekiriye.”


Kobanê peyameke dîrokî da cîhanê


Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Berxwedana Kobanê ne tenê pêşeroja gelê Kurd, pêşeroja tevahiya gelên Rojhilata Navîn û jiyanan diyar kiriye. Bi berxwedana Kobanê re peyameke dîrokî ji tevahiya cîhanê re hatiye dayîn. Ev gava dîrokî, serketina rêxistinbûyîn û vîna çareseriyê ya li ser navê gel û jinan bi pêş ketiye. Lewma pêvajoya bi Kobanê re destpê kiriye, avabûneke nû ye. Kobanê nuqteya ku dîroka serdestan a înkar, faşîst lê hatiye şikandin û dîrokeke nû lê derketiye holê ye. Kurdên ku gelê qedîm ê xaka qedîm e, veguherîn vîn û hêzeke alternatîf û nû ya serdema me. Bi pêşengiya jin û gelên Kurd ên di pêşxistina sîstema demokratîk û jiyana azad de vîn û rêxistinbûyîneke girîng derxistin holê, wê Rojhilata Navîn ji nû ve şikil bigire.


Li ser bingeha yekîtiya demokratîk a gelan, rêveberiya cewherî û vînbûyîna siyasî, ku em jê re dibêjin rêya sêyemîn, herî dawî di şexsê Kobanê de ji tevahiya mirovahiyê re hat nîşandan ku yekane alternatîfa çareseriya krîza Rojhilata Navîn e. Şoreşa Rojava bi vî rengî cihê havêngirtina şoreşa Rojhilata Navîn e. Berxwedana Kobanê ya li ser parastin û xurtkirina şoreşê derket holê, ne tenê pêşeroja gelê Kurd, di heman demê de pêşeroja gelên Rojhilata Navîn û jinan diyar kiriye. Di vê xaçerêya dîrokê de yên bi ser ketin jin û gel in.”


‘Di xeta berxwedanê ya Arîn Mîrxan de bûn hêza avakirina jiyana azad’


Koordînasyona KJK’ê da zanîn ku mayîndekirina serketina dîrokî ya Kobanê û gihandina vê serketinê ji bo pêşerojê, bi avakirina neteweya demokratîk a bi sekna jiyana azad dibe û got, “Di serî de jin divê tevahiya gelê me têkoşîna rizgariya demokratîk û jiyana azad a li Kobanê geş bû xurtir bike. Jinên ku di xeta berxwedanê ya Arîn Mîrxan de bûn hêza avakirina jiyana azad, ji îro û pê ve divê ji bo avakirina Kobanê ya azad û nû, bi eşq, ked û têkoşîneke mezin tevbigerin. Li ser vê bingehê di serî de jin, em bang li gelê xwe dikin ku di yekemîn salvegerê ragihandina kantonê de hişmendiya xwe ya cewherî, vîna xwe ya cewherî û rêxistinbûyîna xwe ya cewherî xurtir bikin.”


(zt)