Fermandara YPJ’ê: Em hemû jinên cîhanê dawetî gel xwe dikin

12:50

 


JINHA


KOBANÊ – Di salvegera avakirina kantona Kobanê de li Kobanê bi beşdariya fermandarên YPG/YPJ’ê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de Fermandara YPJ’ê Arjîn Hozan spasî li hemû kesên piştgirî dan berxwedanê kir û wiha got: "Em di riya şehîdên xwe de hatin vê rojê. Em deyndarê wan in. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin li cem me rawestin. Têkoşîna me têkoşîna azadiya jinê û hemû mirovahiyê ye."

Fermandarên YPG û YPJ'ê Mahmut Berxwedan û Arjîn Hozan, Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslîm, Hevseroka Meclîsa Gel Ayşe Efendî, rêveberên saziyan û şervanên YPG û YPJ'ê li Kobanê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslîm bi erebî daxuyanî xwend. Pişt re Fermandarê YPG'ê yê Kobanê Mahmut Berxwedan axivî û diyar kir ku ew ji rojeke dîrokî re derbas dibin.

Mahmut anî ziman ku serkeftina Kobanê rojek beriya salvegera damezirandina Kantona Kobanê pêk hat û wiha got: "Piştî 4,5 meh şûnde bi berxwedaneke mezin em Kobanê ji dijminên gelê kurd û mirovahiyê paqij kir." Mahmut anî ziman ku ew minetdarên hemû kesên di berxwedana 4,5 mehan de û avakirina Kantona Kobanê de jiyana xwe ji dest dan in û wiha axivî: "Em dê di riya wan de her tim bimeşin. Heye em hemû axa xwe ji bin dagirkeriyê de xilas dikin em dê ber xwe bidin. Em vê soza xwe dubare dikin. Li ser vê esasê hem ji hemû kesên li cem me cih girtin spasiyan dikin. Em silavên xwe ji welatiyên li sînor ji roja ewil heya niha nobetê digirin re dişînin."

Mahmut spasiyên xwe ji hêzên Koalîsyonê yên di bin pêşeniya DYA yên bi hewayî piştgirî dan wan, hêzên Artêşa Azad a Sûriyeyê û Pêşmergeyên bi çekên giran piştgirî dan wan kir û wiha axivî: "Azadiya Kobanê rastî rojekî dîrokî hat. Lê têkoşîna me xilas nebû. Talukeya li ser Kobanê hêj ranebûye. Gundê me di bin dagirkeriyê de ne û hamleya rizgarkirina gundan berdewam dike. Têkoşîna me heya axa Sûriyeya Demokratîk bi tememî azad dibe dê berdewam bike. Li ser vê esasê em bang li hemû ciwanên Rojava û Kobanê dikin ku li cem re rastin dikin. Bila tevlî hamleya duyemîn a gundan bibin. Em bi hev re gundên xwe paqij bikin."

Mahmut hişyariya "Heke em axa xwe azad nekirin em dê bi sedan salan di bin faşîzma DAIŞ'ê de bijîn" kir û wiha pê de çû: "Bila çeteyên DAIŞ'ê baş bizanin ku çawa malên Kobanê ji wan re bûn gor dê gundên me jî ji wan re bibin gor. Ev serkeftina me bû destpêka DAIŞ'ê li cihê xilas bibe."

Fermandara YPJ'ê Arjîn Hozan jî spasî li hemû kesên piştgirî dan berxwedanê kir û wiha got: "Em di riya şehîdên xwe de hatin vê rojê. Em deyndarê wan in. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin li cem me rawestin. Têkoşîna me têkoşîna azadiya jinê û hemû mirovahiyê ye."


Piştî daxuyaniyê dirûşmên "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin.

(zt)