Heyeta HDP'ê li Kobanê ye
12:53
JINHA
RIHA - Hevseroka KCD'ê Selma Irmak bi komek ji parlamenterên HDP'ê derbasî Kobanê bû.
Heyeta ji Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, parlamenterên HDP'ê Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, Faysal Sariyildiz, Ayla Akad Ata, Sabahat Tuncel, Nursel Aydogan, Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk, Feleknas Uca û rêveberên DBP'ê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Kobanê bû. Heyet li Kobanê ji aliyê Serokwezîrê Kantonê Enwer Muslîm, Hevseroka Meclîsa Gel Ayşe Efendî û rêveberên Kantonê ve hat pêşwazîkirin. Heyet li nava kolanan digere û bi şervanan, hêzên asayîşê û sivîlan re sohbetê dike.
Piştî serdanê heyet wê vegere Pirsûsê û tevlî pîrozbahiyên li gundê Mehserê bibe.
(zt)

