Li Mehser û Miseynterê silava azadiya Kobanê
13:00
JINHA
RIHA – Piştî berxwedana 134 rojan Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin, gundên Mehser û Miseynterê yên ku bûn parçeyeke berxwedanê bi hezaran kesan bi zincîra mirovan ji Kobanê re silav şandin.
Berxwedana Kobanê ye ku bû berxwedana herî mezin a dîroka mirovahiyê piştî ku bi serkeftinê bi encam bû, navenda bajar ji çeteyan hate paqijkirin li hemû cihan êtê pîrozkirin. Li gundên Mehser û Miseynterê bi hezaran welatî kom bûn û zîncîra miravahiyê ku bû kevneşopiyek berxwedana Kobanê silav kirin. Li gundê Miseynterê welatiyên ku zincîra mirovan pêk anîn ber bi xeta sînor ve meşiyan û li vir dest dan hev û bi tilîlî û dirûşman şervanê YPG, YPJ û bajarê serkeftinê Kobanê silav kirin. Welatiyên ku alên PKK, KCK û YDG-H’ê hilgirtin bejna xwe tewandin û serkeftin silav kirin.
Li gundê Mehserê ku dê pîrozbahiya navendî bê lidarxstin jî bi hezaran welatî diherikin gund û serê sibehê welatiyan zincîra mirovan pêk anîn. Zincîra mirovan a ji gundê Mehserê dest pê kir gihîşt heta gundê Miseynterê û ji bo kesên li Kobanê û Rojava jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” “Bijî berxwedana YPG, YPJ’ê” “Bijî Serok Apo” “Bijî berxwedana Şengalê” serkeftina Kobanê silav kirin.
Li aliyê din bi gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê jî bi hezaran welatî diherikin gundê Mehserê. Li gund ji bo pîrozbahiyê hemû amadekarî hatin kirin. Li gund posterên kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin li qada gund jî welatî bi def û zirneyan govend gerandinn. Xeta sînor ji bo pêşwazîkirina deh hezaran kesan tê amadekarkirin.
(zt)

