Zarokên Kobanê serkeftina xwe pîroz kirin

13:08

 


JINHA


RIHA - Bi mûnasebeta îlankirina damezrandina kantona Kobanê û rizgarkirina Kobanê konbajarên bi aliyê şaredariya  Pîrsusê ve hatin vekirinde mamosteyên zimanê kurdî ji bo zarokan şahî pêk anî.


Roja 27 çile ya ku îlankirina damezrandina kantona Kobanê her wiha bûye rizgarkirina Kobanê. Ji ber vê keyfxweşiyê bi hezaran welatî herikîn ser sînor û roja 27 çile yê pîrozdikin. Welatiyên Kobanê yên ku di nava konbajarên bi aliyê şaredariya Pîrsusê de cih girtiyîn jî bi mûnasebeta damezrandinê û rizgarkirina Kobanê şahî pêk anî. Şahî bi aliyê mamosteyên zimanê kurdî ve hat amadekirin.


‘Zarok bi coş û heyecanin’


Mamosteyê zimanê kurdî Dozgîn got ku ji bo serkeftina Kobanê pir keyfxweşin û wiha axivî: “ Ji bo damezrandina kantona Kobanê û rizgarbûyîna wê me ev şahiye pêk anî.zarok ew qas bi coş û heyecanin ku em nikarin cihê xwe bi sekinin.”


‘Îro roja zarokên kurde’


Mamosteya zimanê kurdi ya konbajarê Suphî Nejat Agirnasli Rodîn jî li hemberî damezrandina kantona Kobanê û rizgarbûyîna wê wiha axivî: “ ji bo rizgarkirina Kobanê em pir keyfxweşîn. Îro roja gelê kurdê, roja zarokên kurdê, roja mirovahiyê ye. Me li hemberî vê keyfxweşiyê li hemû konbajaran ji bo zarokan me ev şahiye pêk anî.”


‘Kobanê îro ne xemgîne cihê keyfxweşiyê ye’


Mamoste Almaz Elî jî got ku ji bo serkeftinê keyfxweşin û wiha domand: “ ji bo serkeftina Kobanê me şahiyekê pir mezin pêk anî. Her wiha ji bo vegera Kobanê jî em zarokan amadedikin. Îro Kobanê ne xemgîne, îro Kobanê cihê keyfxweşiyê ye.”


‘Îro ji bo me rojekê pîroze’


Mamosteyê zimanê kurdî yê konbajarê Arîn Mîrkan mamoste Seîd Etto jî hestên xwe anîn ziman û wiha axivî: “ Îro roja keyfxweşiyê ye îro roja serkeftinê ye. Îro ji bo me rojekê pîroze. Niha di nava konbajaran de şahiyek pêk anî lê gelê konbajaran bi gişt here ser sînor û serkeftina Kobanê dê silav bike.”


(kom-zt)