Selma Irmak: Emê bîranînên Kobanê biparêzin
15:48
JINHA
KONBANÊ - Heyeta KCD û HDP'ê ji Kobanê vegeriya û ji bo pîrozbahiyan derbasî Mehserê bû. Li ser navê heyetê Hevseroka KCD'ê Selma Irmak piştî serdanê daxuyaniyek da û got, "Şehadetên Kobanê şoreşek afirandin. Kobanê wê di dilê Kurdistanê de be. Em ê bîranînên vî bajarî biparêzin. Zarokên me, zarokên zarokên me wê van nirxan bibînin û ji bîr nekin. Wê şervan, şehîd û gaziyên Kobanê ji xwe re weke mîrateyê bibînin."
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û parlamenterên HDP'ê di serdana xwe ya li Kobanê de herî dawî Taxa Kaniya Murşît ziyaret kirin û piştî dayîna daxuyaniyeke li vir, derbasî Mehserê bûn. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak salvegera damezrandina şoreşê pîroz kir û got, "Em li pêşberî şervanên YPG'ê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Bila hemû cîhan zanibe ku navê şehîdên Kobanê wê bi tîpên zêrîn li dîrokê bên nivîsandin. Jin û xortên ciwan, li dijî êrîşên hovane bi bedena xwe çarenûsa Kurdistanê guherandin û dîrokeke nû nivîsandin. Dîroka li vê derê wê êdî bi du parçeyî bê bilêvkirin. Dîroka beriya şoreşa Kobanê û ya piştî şoreşa Kobanê. Berxwedanê, dîrok kir du parçe."
‘Em ê bîranînên Kobanê biparêzin’
Selma diyar kir ku dijminên Kurdan digotin, "Em kengî bixwazin em ê Kurdan parçe bikin, tine bikin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Lê belê tevahiya cîhanê hurmet nîşanî vê şoreşê da. Em hemû kedkaran, hemû şoreşgerên Kobanê li ser navê gelê Kurd, li ser navê mirovahiyê pîroz dikin." Selma bibîr xist ku di dema destpêkirina êrîşan de ew hatibûn Kobanê û got, "Berî sê mehan em hatin Kobanê. Kobanê bajarekî zindî bû û li ber xwe dida. Em îro jî hatin. Kobanê serbilind e û bajarê şehîd e." Selma da zanîn ku yên li Kobanê li ber xwe dan şoreşek afirandin û got, "Şehadetên Kobanê şoreşek afirandin. Kobanê wê di dilê Kurdistanê de be. Em ê bîranînên vî bajarî biparêzin. Zarokên me, zarokên zarokên me wê van nirxan bibînin û ji bîr nekin. Wê şervan, şehîd û gaziyên Kobanê ji xwe re weke mîrateyê bibînin." Selma herî dawî destnîşan kir ku ew ê Kobanê ji nû ve ava bikin û got, "Ev der rûmeta me ye. li şoreşa Kurdistanê pîroz be."
Paşê Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim mafê axaftinê girt û got, "Li ser navê Kantona Kobanê, em ji yên nirxên Kurdistanê diparêzin re dibêjin hûn bi xêr hatine. Em spasiyên xwe pêşkêşî gelê Kobanê, hemû gelê li çar parçeyên Kurdistanê dikin." Enwer destnîşan kir, ku Kobanê sembola mirovahiya cîhanê ya li dijî terorê li ber xwe dide ye.
Li dû daxuyaniyan heyeta hat Kobanê bi rayedarên Kantona Kobanê û şervanên YPG'ê re stran gotin, govend gerandin û serketina Kobanê pîroz kirin.
(zt)

