‘Dewlet şidetê diparêze’
16:32
Vildan Atmaca / JINHA
WAN - Jinên ku li qadên cuda cîh digrin tundî û qetlîamên ser jinê ku her roj diçe zêde dibe nîrxandin û diyar kirin ku tundî di çareserkirina pirsgirêkan de rêbaza herî hovane ye. Parêzer Esra Akgûn jî tundiya li ser jinê nîrxand û wiha got: ''Di hiquqa mêran de ne jin û zarok an jî kesên dîtir yên serdest tên parastin.'' Civaknas Rûken Ozdemîr jî wiha axivî: ''Ji ber ku tundî ji alî dewletê tê parastîn dema jin nasnama xwe ya jinê dîxwaze derxîne pêş mirin jê re rewa tê dîtin.''
Şîddeta li hemberî jinê wek pirsgirêkek civakî li her derê cîhanê û li kûrdîstanê jî her ku dîçe zêde dibe.Qetliamên ku bi destên mêran pêk tê ji alî dewletê ve li berçav nayê girtin û bi cezayên sivik paşguh tê kirin.Lê berxwedana jinê ya li hemberî van êrîşan û hin meylên îdeolojîk ku dîxwaze jinê bi jiyana malê bi sinor bike re didome. Jinên Bakurê Kurdîstanê jî ser vê mîjarê nîrxandinên xwe anî ziman.
'Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî jinê azarde ye'
Hevseroka Şaredariya Navçeya Erdîş'ê Dîba Ermîş Keskîn ku li Ercîş'ê yekemîn jine hatiye hilbijartin diyar kir ku di îktîdara AKP' ê ya 12 salan de di bin gotinên islamî de tundîya li ser jinê tê meşandin zêde bûye û bi hezaran jin hatiye qetilkirin.Dîba axaftîna xwe wiha domand: ''Nêzîkatiya civaka Tirkiyê ya li hemberî jinê rumeta mirovahiyê diêşîne. Mînaka herî ber bî çav jî di 25'ê mîjdarê de li hemberî hevala me ya hilbijartî hate jiyandin. Hevala me ya Endamê Meclîsa Şaredariyê ye him bi awayekî der huquqî hat lêgerînkirin him ji rastî tundiya zîhnîyeta nêrtî bû.' 'Dîba anî ziman ku jinên hatine hilbijartin ji bo azadiya jinê berpirsyariyên wan çibe wê bînin cîh û wê zîhnîyeta baviksalarî jî hilweşînîn. Dîba dawîya axaftîna xwe de got: ''Emê ji bo pirsgirêkên jinên navçeyê Şaxa Midûriyeta Polîtîqayên Jinan ava bikin.''
'Jin li hemberî zîhnîyeta mêr serî natewîne'
Rêvebera Şaxa Egîtîm Sen a Navçeya Ercîşê Zeynep Taşdelen diyar kir ku di têgihiştina pirsgirêkên jinê de gor herêman cudahî heye û ji ber vê li hin herêman pirsgirêkên ku jin dijîn ji ber zîhnîyeta nêrtî veşartî dimîne. Tundî jî pirsgirêkek giringe ku ji alî zîhnîyeta mêr ve hatiye afirandin. Zeynep axaftina xwe wiha berdewam kir: '' Tundî binpêkirinek mafê mirovî ye. Divê hemberî vê di saziyên perwerdehiyan de perwerda zayendê were dayin. Hişmendiya takekesiya jinê were fêmkirin ku jin wek dîldarek girêdayî malê nebe.''
'yên serdest tên parastin'
Parêzer Esra Akgûn sala 2014'an ji alî huquqê nîrxand û diyar kir ku tundîya li ser jinê îsal jî neguherî çimkî rêbazên huquqê gor zîhnîyeta mêran hatiye avakirin.esra wîha berdewam kir: ''Dî huquqa mêran de ne kesên dîtir wek jin û zarokan kesên serdest tê parastîn. Jin bi hejmar nîvê civakê temsîl dike lê bi destê huquqê tunê tê hesibandin û îradeya wê binpê dibe.'' Esra bal kişand xurtbûna têkoşîna jinê jî û axaftina xwe wîha domand: ''Jin di nava rêbazên huquqê de tenê di parastina malbatî de cîh dîgre, bi takekesiya xwe û bi nasnama jinê cîh nagre. Di kuştina jinan de jî piranî ji 'tahrîk' an jî 'rewşa baş ' kesên kujer tên parastin û cezayên wan tê daxistin.'' Esra dawîya axaftina xwe de hişyar kir ku kesên wek akedemîsyen, sîyasetmedar ku bandorê ser civakê dike divê li gotinên xwe baldar bin û civakê nekin beralîkirinek şaş.
‘Dî feraseta civaka serdestîya mêr de 'namus' jin e '
Civaknasa Navenda Jiyana Jinê ya Wanê Rûken Ozdemîr diyar kir ku jin ji ber kevneşopiya civakê bi ser navê namusê tên qetilkirin û wîha got: ''Cîvakên ku mêr serdets be feraseta namusê tenê ser jinê tê meşandin. Mêr wek berpirsyara namusa jinê tê dîtin.''Rûken bal kişand ser pîroz dîtina zewacê ji û wîha pê de çû:''Jin tenê wek xanima malê û dayikên zarokên xwe tê dîtin. Ji ber vê ji zewac pîroz tê dîtin û li hemberî vê jî her daxwaza jinê ya xweserbûyinê bi tundi û qetlîamê tê pêşwazîkirin.'' Rûken dawîya axaftina xwe de diyar kir ku qetlîama li ser jinê ne tenê fîzîkî ye astengiyên ji alî xwe îfade kirina hestiyarî, ramanî jî qetliamak e û got: ''Di civakekî de heger hewqas qetlîam tê jiyandin dîyare ku ew civak ji alî exlaqî de di nava hilweşandinekê de ye.''
‘Tundî ji alî dewletê tê pîrozkirin'
Ruken bal kişand axaftinên hikûmetê jî û wîha got :'' yekî wek Bûlent Arinç ku jinên bi deng dikenin hedef nîşan da mînakek herî balkêş e. Serokkomarê Tirkiyê digot 'keç e an ji e', 'her kûrtajek roboskî ye.', ' bi jin û mêran di malekî de ne', 'jin û mêr nabe wekhev ev dijî fitrata mirovî ye.' Ev gotinên tên kirin di nava civakê de pergala baviksalarî pêş dîxîne û dîbe sedema mirina jinan.”
(ch/zt)

