Zarokê ku ji bombeyan direve: ‘Babooo, Babooo, Dewlet dîsa kurtaj dikeee!’
23:52
JINHA
AMED – Kovarên Qerfî, gotina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên wekî ‘Her kurtaj yanê zarok jibergirtin, Qilabanek e’ kir qapax. Karîkatura herî balkêş jî, ya Kovara GIRGIR’ê ye. Di karîkatura GIRGIR’ê de, li herêmê, balafirên şer gundan bombebaran dikin. Zarokek biçûk, ji bombeyên ku dikevin ber deriyê mala wan, direve û dibêje: “Babooo, Babooo, Dewlet dîsa Kurtaj Dikeee.” Bavê wî ku fêrî vê yekê bûye, bi awayekî rihet, dibêje: “Kurtaj nîne ew, KURD-AJILIMI yanê pêngava kurd e. ”
Gotinên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên wekî "Hûn radibin rûdinên dibêjin ‘Qilaban’. Her zarokjibergirtinek, Qilabanek e. Ez ji we dipirsim; Di navbera kuştina zarokek di zikê dayîka xwe de û kuştina piştî ku ji zikê dayîka xwe derketiye de çi ferq heye”, ji aliyê kovarên qerfê ve jî hat rexnekirin. Karîkaturên kovarên girîng ên qerfê yên Tirkiyê, yên wekî Uykusuz, Penguen, Gırgır û Leman, vê heftiyê mijara ‘zarok jibergirtinê’ şirove kirin. Şiroveyên van kovaran, wiha ne:
Kovara GIRGIR: Zarokek biçûk, ji bombeyên ku dikevin ber deriyê mala wan, direve û dibêje: “Babooo, Babooo, Dewlet dîsa Kurtaj Dikeee.” Bavê wî ku fêrî vê yekê bûye, bi awayekî rihet, dibêje: “Kurtaj nîne ew, KURD-AJILIMI yanê pêngava kurd e. ”
Kovara PENGUEN: Serokwezîr Erdogan, bi daxuyaniyên xwe yên li hemberî zarok jibergirtin û sezaryenê, ji nişka ve rojevê guherand. Serokwezîr pakêtek pêşkêşî gel dike û wiha dibêje: “Min ji we re rojeveke nû stend. Ger ku hûn neecibînin, kartê guhertinê di nav de ye.”
Kovara LEMAN: Kovarê, qunciknivîskarên ku piştgiriyê didin Serokwezîr, kir mijara xwe. Komeke qunciknivîskarên zilam, diçin ber deriyê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan. Ducanî ne. Ji Serokwezîr re dibêjin “Birêz Serokwezîrê min, hewce bike em ê ducanî bibin û her carê 5 zarok çêkin. Bêguman, em ê nehêlin ku ev lîstika veşarî pêk bê û nijada me tune bikin.” Serokwezîr jî bersiva “Alîgirên min ên delal” dide.
Kovara UYKUSUZ: Cilên dînan li Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan kir, kovikek da serê wî û zarok jibergirtin û Qilabanê pirsyarî kir.
(hp-ho)

