Jinan endama YPJ'ê Bîrgul oxir kirin

18:15

 


JINHA


MÊRDÎN - Endama YPJ'ê Bîrgul Çelîk ku li Kobanê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Şemrex ya Mêrdînê ji aliyê jinan hat definkirin. 

Endama YPJ'ê Bîrgul Çelîk (Ebêsa Girêsor) ku li Kobanê di pevçûna li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, gundê Girêsor ya Şemrexa Mêrdînê bi girseyî hat definkirin. Parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim, hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Februniye Akyol, rêvebir û endamên DBP, HDP'ê yên navçeyên Mêrdînê gelek welatî tevli merasîma cenaze bûn. Cenaze li navçeya bi konvoyeke bi sedan wesayîtan pêk tê hat pêşwazîkirin û li gundê Girêsor welatiyan bi dirûşman cenaze pêşwazî kirin. Piştî vecibeyên olî cenaze li goristana gund hat definkirin. Rêvebirê MEYA-DER a Mêrdînê Abdullatîf Tabar da zanîn ku dê li bîranînên ciwanan kurd ku jiyana xwe ji dest didin xwedî derkevin. Ahmet Turk diyar kir ku ji ber serkeftina Kobanê kêfxweş in, lê ji ber ku ciwan jiyana xwe ji dest didin xemgîn in. 

Parlamenter Gulser Yildirim destnîşan kir ku jina kurd bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîneke bi rûmet dimeşînin. Dayîka Sevdet Çelîk jî got ku keça wê, keça hemû gelê kurd e û ji gelê kurd re sersaxî xwest û dirûşma 'Bijî buka Kurdistanê' berz kir. Dê malbata Çelîk li Tarsûsê taziyeyan qebûl bikin. 

Dê Yildiz sibê bê definkirin

Her wiha endama YJA-Starê Yildiz Kenben (Bêrîtan Viyan) ku di 'Operasyona Rizgarkirina Şengalê' de jiyana xwe ji dest da, ji ber ku kar û barê otopsiyê dirêj bû, dê cenaze sibê di saet 12:00'an de li Goristana Zeviye bê definkirin.

(zt)