Dilek Adsan: Divê bajar vegere ruyê jinê
09:14
Şehriban Aslan - Rozerin Tekin / JINHA
AMED – Hevseroka Şaxa Egitim Sen ya Amedê Dilek Adsan diyar kir ku divê ji bo bajar ber bi aliyê jinan ve bê guhertin destbi xebatan bê kirin.
Herçendî kul i tax û semtên Amedê ji bo jin din ava xebatan û jiyanê de cîh bigirin hinek derfet tên dayîn jî lê bi têrî nînin. Ji bo jinan heger ji taxekê çuna taxekdinê zor be, wê demê ji semtekê çuna semtekdinê zêdetir zor dibe. Hevseroka Şaxa Egitim Sen ya Amedê Dilek Adsan da zanîn ku ji hilbijartinên herêmiyên sala derbasbûyî û şunde bajar vegeriyaye rengê jinan. Ji bo vegerandina bajar ya rengê jinan awantaja mezin jî Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê jine.
‘Bajarê me hînbûye ku ji aliyê jinan ve bê rêvebirin’
Dilek wiha domand: “Ji bo bajar vegerandina rengê jinan me dest bi xebatê xwe kir. Berê jî li cihên weke navçeya Rezan jin şaredarbûne û sazumaniyek dane avakirin. Ji xwe din ava bajarê me de di aliyê saziyên jinan hene. Jin din ava meclisên taxan de û saziyên civaka sivîl de cîh digirin. Her wiha weke tê zanîn di hilbijartinên herêmiyên derbasbûyî de Hevşaredara Bajarêm Mezin ya Amedê jine.”
‘Xebat tên kirin lê kêmin’
Dilek bilêv kir ku ji bo jin têkevin nava jiyanê xebat heye lê nebese û wiha domand: “Heger ku hîna jin rastî şidetê tên, jin neçar dimînin hîna bi hinek nêzîkatiyên fewdalî re şer bikin û keçên me ji bo bixwînin kedek mezin didin wê demê xebat heye lê nebese.
(zt)

