Hatice Çoban:Dê Kobanê ji nû ve bê avakirin

10:10

 


Bacı Anuk / JINHA


WAN Cîhan hemû bi serkeftina Kobanê û kurdan daxivin. Êdî piştî serkeftina Kobanê hema dest bi telaşa ji nû ve avakirina wê tê kirin. Hevşaredara Bajarê Mezin ya Wanê Hatîce Çoban girêdayî ji nû ve avakirina bajarê Kobanê wiha dibêje: “Em xwediyê vîn û şanaziyek mezinin. Em vê jî weke peyîwirekê dizanin; dê Kobanê ji nû ve bê avakirin. Ji nû ve avakirina Kobanê despêkê peyîwira me jinane. Ji ber li wê bedelê herî giran jinan da.”


Di 15’ê Îlona sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe êrîşî Kantona Kobanê kir. Li hermerî êrîşên wan hêzên YPG/YPJ’ê bi berxwedanek mezin li ber xwe dan û di roja 134’an de navenda Kobanê ji çeteyan hat rizgarkirin. Dîrok ku kurdan li Kobanê nivîsiyî di hemû medyaya cîhanê de cîh girt. Di medyaya civakî de jî hîna di rêza yekem de cîh digire. Ji Çînê heya Lantîn Amarika û Avustralya hemû cîhanê şahidî ji vê berxwedanê re kir. Herî zêde sernavên weke “Kurd li Kobanê ya dikeve bakurdê Suriye ji çeteyên DAIŞ’ê bapijdikin” di medyayê de tê dîtin. Li aliyekê li her derê gel dadikevin qadan û serkeftina Kobanê pîroz dikin û li aliyê dinê jî ji bo ji nû ve avakirina Kobanê nêrîn dipeyîvin. Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ya di şer de hatî hilweşandin carekedinê bi armanca pişetevaniyê tê hêvîkirin ku her kes alîkariyê bide piştevaniya bi navê “Ji nû ve avakirina Kobanê.”


‘Ji YPG û YPJ’ê re deyînê mey ê minedariyê heye’


Hevşaredara Bajarê Mezin ya Wanê Hatîce Çoban girêdayî serkeftina azadiya Kobanê wiha axivî: “Di serî de ez ji keç û xortên kurdan yên din ava refên YPG û YPJ’ê de bi berxwedanek mezin Kobanê azad kirine silav dikim. Deyînê mey ê minetê li hemberî wan heye. Ji ber weledê gelekê heger ji bo wî gelî bi cesaretên mezin serkeftinên mezin bidestdixin wê demê hewceye ku mirov bejna xwe li ber wan bitewîne. Her wiha şanaziya ji ber şanaziya ku wan dayî me ez hemû yêzên YPG û YPJ’ê yek yek hemêz û maç dikim.”


‘Dê Kobanê ji nû ve bê avakirin’


Hatîce bilêv kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên k udi cîhanê de weke “hêza tarî û hovane” tê zanîn, ciwanên kurdan bi berxwedaniyek mezin li hemberî wan li ber xwe dan bedelên giran dan û bajar jî tehrîbatên mezin dît. Hatîce şanaziya xwe ya ji bo azadiya Kobanê bi van gotinan tîne ziman: “Em xwediyê vîn û şanaziyek mezinin. Em vê jî weke peyîwirekê dizanin; dê Kobanê ji nû ve bê avakirin. Ji nû ve avakirina Kobanê despêkê peyîwira me jinane. Ji ber li wê bedelê herî giran jinan da.”


‘Despêkê avakirina Kobanê karê jinane’


Hatîce destnîşan kir ku divê ne tenê kurd hemû cîhan alîkariyê bidin ji nû ve avakirina Kobanê û wiha got: “Dê di heman demê de Kobanê bibe modelek ya jiyanê. Dê Kobanê bibe modela biratiya gelan û yekîtiya kurdan. Di heman demê de dibe k udi tevahiya cîhanê de bibe modela despêkê ya piştevaniyê.” Hatîce bilêv kir ku şerê li Kobanê şerê hebûna mirovahiyê ye, ji ber wê jî dê ji bo avakirinê jî piştevaniyek hevbeş heye û wiha domand: “Ji nû ve avakirina Kobanê despêkê peyîwira me jinane. Ji ber li wê bedelên herî giran jinan dane. Li wê di kesayeta jinên kurd de namusa jinên cîhanê hat parastin. Li wê jin hatin tecawîz kirin, serê wan hatin jêkirin û hatin înfazkirin. Di heman demê de li wê jinan berxwedanek destanî jî nîşandan.”


Modela tekoşîna Arîn Mîrxan û Kader Ortakaya heye’


Hatîce da zanîn ku dê tekoşîna Arîn Mîrxan û Kader Ortakaya bibe modela Kobanê. Hatîce derbirî ku dê hevgirtina gelan Kobanê ji nû ve avabike û wiha berdewam kir: “Her yek j ime divê çî ji destê met ê em bikin. Şer ne qediyaye, li hember çeteyên DAIŞ’ê yên bi hovane qirkirinan dikin em nikarin bêjin şer qediyaye. Lê azadiya Kobanê hêviyek da me û li ser wê hêviyê her yek j ime çiqas dikare divê xwe tevlî bike.”


‘Dem dema avakirina modela Kobanêye’


Hatîce wiha dom kir: “Divê ji niha de hostayên înşihatan, ekolojîst û jin biçin Kobanê. Divê bajar ji nû ve bê avakirin. Niha dem dema avakirina modela Kobanêye. Divê ji bo alîkariyê hema em biçin Kobanê.”


‘Bi serkeftinên YPG û YPJ’ê gavên mezin tên avêtin’


Endama Koordinasyona Alîkariya Rojava û Şengalê Nurhayat Çelik jî di derbarê berxwedana Kobanê û di roja 134’an de azadiya Kobanê de nêrînên xwe wiha anî ziman: “Mêvanên me yên ji Kobanê hatine ji bo cardin vegera ser axa xwe bi kelecanek mezin li benda vegerêne. Ez di wê baweriyê deme çawan cîhanê heya niha ew bi tenê nehêlan dê di pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê de jî wan bi tenê nehêlin û piştevaniya wan bikin.”


 (zt)