Kobanê serkeftina xwe pîroz dike
10:18
JINHA
KOBANÊ - Piştî 134 roj şunda şervanên YPG û YPJ'ê Kobanê azad kir li navenda bajar pîrozbaniyên serkeftinê hatin lidarxistin. Li navenda bajar li dora agirê hatî hilkirin heya derengiya şevê govend hat gerandin.
Pîrozbahiyên serkeftina Kobanê berdewam dikin. Serkeftina bajar û yêkemîn salvegera îlankirina Kantona Kobanê bi hev re li kolanên Kobanê tên pîrozkirin. Li kolanên Kobanê yên hatin azadkirin agir tên hilkirin û berxwedêr bi staranên dibêjinê govendê digirin û dirûşmên "Bijî berxwedana YPG/YPJ", "Bijî Serok Apo" û "Kî ne em Kurdin em" hatin berzkirin.
Welatiyên sivîl ên li Kobanê jî tevlî pîrozbahiyan dibin û di pîrozbahiyan de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin. Govenda pîrozbahiyê heya derengî şevê bi staranan berdewam kir.
(zt)

