Gundê Gulmet hate rizgarkirin
10:37
Çile
28
/ 2015
JINHA
KOBANÊ - Hêzên YPG’ê li eniya başûrê Kobanê di çarçoveya operasyona paqijkirinê de gundê Gulmet û xwaringeha Seyran ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kir.
Li gorî agahiyên ji herêmên hatin bidestxistin, hêzên YPG/YPJ’ê şevê din li eniyên başûr, rojhilat û rojava yên Kobanê li dijî çeteyan çalakî lidar xistine. Di çalakiya li eniya başûr ku heta sibehê dom kir de xwaringeha Seyran a li derveyî bajar û gundê Gulmet ji çeteyan hatin paqijkirin.
Li eniya rojava jî operasyon didome, lê der barê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
(zt)
