1’emîn Kongra HDP’ê ya Amedê despêkir
11:21
JINHA
AMED – 1’emîn Kongra HDP’ê ya Amedê bi duruşma ‘Ji bo jiyana nû û azadiyê em xwe birêxistin dikin’ depêkir.
1’emîn Kongra HDP’ê ya Amedê bi duruşma ‘Ji bo jiyana nû û azadiyê em xwe birêxistin dikin’ li Salona Werzîşê ya Seryran Tepe depêkir. Hevserokên HDP’ê Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, şaredarên DBP’ê, Hevseroka Giştiya ESP’ê Sultan Uyusoy, Serokê Navenda ESP’ê ya Amedê Cîhan Karagoz, endama MYK ya HDP’ê Huda Kaya, endamên MYK, PM, HDP, Serokê Giştiyê KESK’ê Nami Ozkan, Hunermend Ferhat Tunç, Pinar Aydinlar, rêveberên navend û navçeyên HDP’ê jî din av de gelek endamên saziyên civaka sivîl û sendîkayana beşdarbûn.
Di salona kongreyê de pankartên weke “Ji bo Kobanê ya azad silav”, “Bi hêza aştî, azadî û demokrasiyê emê li ser axa welatê rojê benda hilbijartinan ya 10 an hilbeşînin”, “Serkeftina Kobanê pîrozbe”, “Ewlehiya civakî mafê kedkarekêye”, “Emê bajar ne ji bo rantê ji bo gel veguherînin”, “Ji pergala teşeroniyê û cînayetên kar re bese”, “Welatê demokratîk û jiyana azad”, “Emê aştiya demokratîk û azadiyê qazanc bikin”, “Hebûna aştiyek mayînde bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gengaze”, “Ji bo welatek demkoratîk, jiyanek bi aramî û azad ji Kobanê re silav”, “Bijî biratiya gelan”, “Ji bo jiyanek nû û azad emê xwe bi rêxitin bikin”, “Ji Birêz Ocalan re Azadî”, “Li hemberî hevgirtina çeteyên bê esil û AKP’ê hevgirtina kurdan” û “Soza şehîdên Kobanê soza meye û rêya wan rêya meye” hatin hildan.
Di salonê de posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Kader Ortakaya, Arîn Mîrxan, Suphî Nejat Agirnasli, Şêx Said, Seyîd Riza, Erdal Eren, Mahsum Kobakmaz û wêneyên gelek PKK, YPJ û YPG yiyên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dane hatine hildan, li gel alayên PKK û KCK’ê hatine hildan. Beriya despêkirina kongrê ciwanan govend gerandin, bi lîlandin û çepikên xwe coş dan salonê. Di salonê de dem dem dengê duruşmên weke “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” bilind dibin. Jinan bi kincên xwe yên netewî reng dan salonê. Her wiha ji derveyî salonê lig elek cihan stantên kampanyeya “Ji bo Aştiyê ji Ocalan re azadî” hatine danîn û îmza tên berhevkirin.
Her wiha li cihê lidarxistina kongreyê dorgirtina polîsan balê dikişîne.
Dê kongre bi axaftina vekirinê û hilbijartina dîwanê berdewam bike.
(zt)

